Biryara berdana yên dest dirêjê zarok kir, hat dayîn
Li Berwariyê, biryara berdana Abdulhamît Ş. Û Huseyîn T. ku ji sûcê ‘’dest dirêjkirina zarok bi zanebûn’’ dihat darizandin, hat dayîn.
Li Berwariyê, biryara berdana Abdulhamît Ş. Û Huseyîn T. ku ji sûcê ‘’dest dirêjkirina zarok bi zanebûn’’ dihat darizandin, hat dayîn.
Rûniştina dana biryara doza Abdulhamît Ş. Û Huseyîn T. ku bi du salan li navçeya Berwarî ya Sêrtê dest dirêjê zarokekê/î kirine, li Dadgeha Cezayên Giran a 3’yemîn a Sêrtê hat kirin.
Parêzer û dê û bavê zarokê/î, parêzer Midûriyeta Xizmeta Malbat û Civakê ya Sêrtê, destdirêjker Abdulhamît Ş. Û Huseyîn T. û parêzerên wan amade bûn. Komîsyona Mafên Zarokan a Baroya Sêrtê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) jî guhdarî li rûniştinê kir.
Şandeya dadgehê, îdia kir ku delîlên di der heqê destdirêjkeran de kêm in û biryar li ser berdana wan da. Şandeyê biryar da û bi şûn de sinêr li dêya zarok xist.
Komîsyona Mafên Zarokan a Baroya Sêrtê, li ser biryarê daxuyanî da. Prz. Sîbel Guneş Tardû, got: ‘’Bi bîreweriyeke zayendperest bala xwe dane gotinên mexdûr pê sûcbar bibe.’’