Birayê Zekî Şengalî Osman Ozden jiyana xwe ji dest da
Welatparêzê Kurd Osman Ozden ê li Elmanya dijî, jiyana xwe ji dest da.
Welatparêzê Kurd Osman Ozden ê li Elmanya dijî, jiyana xwe ji dest da.
Welatparêzê Kurd Osman Ozden ê li Elmanya dijî, jiyana xwe ji dest da.
Ozden ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristî ev salek e tedawiyê dibîne, li mala xwe ya li Celle pêr çû ser dilovaniya xwe.
Ozden ê di 81 salîyê xwe de jiyana xwe ji dest da, di tevahî jiyana xwe de di nav têkoşîna azadiya Kurd de bi awayekî aktîf rol girt. Ozden ê ku birayê Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zekî Şengalî ye, kurekî wî di nav refên gerîla de ye.
Ozden sala 1995’an ji ber zextên dewleta Tirk neçar mabû ku ji Êlihê koçî Elmanya bike. Dema Ozden hate Elmanya jî bi tevgera azadiya Kurd re her tim têkîliyên xwe germ hişt. Ozden li Elmanya di nav civaka Êzîdî de dihate nasîn, bi salan ji bo azadiya Kurdan têkoşiya. Bi taybet jî piştî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hember Şengalê, pirsgirêkên Ozden ên tenduristiyê giran bibû, nêzî salekê tedawî didît.
Kurê Ozden Hasan Ozden diyar kir ku êrîşên çeteyan ên li hember Kobanê û Şengalê tenduristiya bavê wî neyênî bandor kir û wiha got: “Dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya Kurdistanê tekane xeyalê wî bû.”
Ji aliyê malbata Osman Ozden li bajarê Celle yê Elmanya li Mala Êzîdiyan konê sersaxiyê hat danîn, hate ragihandin ku wê îşev cenazeyê Ozden bişînin Êlihê.
Sibê bi merasîmekê ve wê li Êlihê Ozden ber bi rêwîtiya dawî bê oxirkirin.