Bîlmez: Tecrîd di asta herî xerab de ye

Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Îbrahîm Bîlmez diyar kir ku ji Adara 2021'ê ve ew bi ti awayî nikarin agahiyê ji Ocalan bigirin û got, tecrîd di asta herî xerab de ye.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku hêzên herêmî û navneteweyî yên berî û piştî pêvajoya 15'ê Sibata 1999'an di meseleya Kurd de çareserî nedixwestin û xwe ji vê yekê xwedî dikirin, di teslîmkirina Abdullah Ocalan a ji Tirkiyeyê re rol lîstin.

Bîlmez got, "Dema ku Abdullah Ocalan û meseleya Kurd bû mijar, mixabin ev hêz hemû li hev kom bûn. Hemû deriyên Ewropayê li Abdullah Ocalan hatin girtin, qadên hewayî ji seferên balafiran hate qedexekirin. Abdullah Ocalan weke mirovê nayê xwestin hate ragihandin. Lê armanca bingehîn a Abdullah Ocalan ji çûyîna Ewropayê ew bû ku ji meseleya Kurd re çareseriyeke bi rêyên aştiyane û demokratîk peyda bike û Ewropa ji bo vê yekê hêsan didît. Lewma berê xwe da Ewropayê. Eger şer, rêbaza çekdarî hilbijartibûya wê berê xwe bida çiyê. Wî bi xwe ev yek di parêznameya xwe de bi rengekî eşkere anî ziman. Lewma wê demê di şexsê Abdullah Ocalan de li dijî aştiyê, hêviya aştiyê komployeke navneteweyî hate kirin. Tevî ku 23 sal di ser re derbas bûne jî komplo bi polîtîkayên tecrîdê dewam dike. Tecrîda ku niha tê ferzkirin ne ya qebûlkirinê ye. Çawa ku Abdullah Ocalan wê demê li gel hemû bûyerên neyînî jî helwesta xwe ya demokratîk dewam kir, li gel dîlgirtina li Îmraliyê ya 23 salan jî di heman helwestê de israr kir û ji dil dewam kir."

'REWŞA HEYÎ BI HIQÛQÊ NIKARE BÊ VEGOTIN'

Parêzer Bîlmez anî ziman ku cihê sîstema Îmraliyê di nava hiqûqê de nîne û wiha dewam kir, "Pêwendiya vê yekê bi destûra bingehîn, qanûnan, biryarnameyan, rêziknameyê nîne. Em êdî nikarin agahiyê jî ji Abdullah Ocalan û sê muwekîlên xwe yên li Îmraliyê werbigirin. Tevî ku me serî li her rê û rêbazê dane jî; tevî her hefte parêzer, malbat û wasî serlêdanê dikin jî; tevî ku me name şandine jî em nikarin ti agahiyê jê bigirin. Ew nikarin ji mafê xwe yê axaftina bi telefonê sûdê werbigirin. Li cîhanê mînakeke din a vê yekê nîne. Dewleteke ku di destûra xwe ya bingehîn de dibêje dewleta hiqûqê ye, xwe weke dewleteke hiqûqê qebûl dike û dibêje ku ew bi qanûnan ve dilsoz e, nabe ku tecrîdeke bi vî rengî ya li dijî hiqûqê dewam bike. Aliyekî hiqûqî yê van pêkanînan nîne. Abdullah Ocalan û muwekîlên me yên din dîl têne girtin."

'ENCAMA NÊZÎKATIYA LI MESELEYA KURD'

Parêzer Bîlmez destnîşan kir ku nêzîkatiya dewletê ya li meseleya Kurd çi be heman nêzîkatî li Îmraliyê jî heye, ev yek 23 sal in dewam dike û got, "Dema ku li Îmraliyê tecrîd tê ferzkirin, gelê Kurd zane ku em gelekî ji çareseriya meseleya Kurd dûr in. Lewma ev tê vê wateya ku çareseriya meseleya Kurd di rojeva dewletê de nîne, polîtîkayên ewlekariyê di dewrê de ne. Ev jî tê wateya operasyona li dijî saziyên legal ên Kurd, girtina Kurdan, operasyona li derveyî sînor a li dijî gerîla û neçareseriyê. Gelê Kurd bi vê zane, ku rêbazeke 40 sal in tê ceribandin û meseleyê çareser nake. Lewma ev tecrîd bandoreke gelekî mezin a neyînî li siyaseta Tirkiyeyê dike. Siyaseta Tirkiyeyê ji ber neçareseriya meseleya Kurd timî di nava aloziyê de ye, siyaset bûye dijberê hev. Ji xwe dijberîkirin ku bûye rêbaza siyasetê ya desthilatdariya heyî, ji ber neçareseriya meseleya Kurd di ser de dibe wesîleya dijberiya di nava Kurdan de. Kurd ji ber van polîtîkayên tecrîd û neçareseriyê xwe li derveyî sîstemê dibînin. Divê ev polîtîka tavilê bi dawî bibe. Ji bo normalbûna siyasetê û misogerkirina paşerojeke bi ewle, divê dawî li van pêkanînan hemûyan bê anîn."

'TECRÎD DI ASTA HERÎ XERAB DE YE'

Parêzer Bîlmez got, komploya navneteweyî bi polîtîkaya tecrîdê dewam dike û anî ziman ku hêzên tevlî pêvajoya komployê bûn di avakirina sîstema tecrîdê ya Îmraliyê de jî xwedî rol in, ku Abdullah Ocalan vê yekê tîne ser ziman.

Parêzer Bîlmez got, "23 sal in me ji dadgehekê nekarîn encameke erênî werbigirin. Ji ber ku dema Abdullah Ocalan dibe mijar, tiştekî bi navê dadgeriyê namîne. Piştî ku hiqûqa navxweyî tê ceribandin, mekanîzmayên navneteweyî dikevin dewrê, serî li wan tê dayin: mîna Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) yan jî Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT). Di rewşa heyî de mirov dikarin vê bi zelalî bêjin: Tecrîd di asta herî xerab de ye. Nêzî salekê ye, ji Adara 2021'ê ve bi ti awayî me nekarî agahiyê jê bigirin. Lewma em dikarin bêjin; Ji asta heyî ya tecrîdê DMME, CPT û saziyên navneteweyî yên mîna wan rola xwe heye. CPT beriya niha serdana Îmraliyê kir. Piştî van serdanan rapor amade kirin, lê belê bepirsyariya van raporan bi cih neanîn û helwesta pêwîst nîşan nedan. CPT jî hewldana pêwîst a ji bo pêkanîna biryarên raporê nekete nava hewldaneke xurt.. Eger hewldaneke xurt hebûya wê zext li Tirkiyeyê bihata kirin ku gavê biavêjê û tecrîd ne di asta heyî de bûya. Lewma para van hêzan di avakirin û tecrîdê de heye."