Bîlgen: Divê Tirkiye mafê zarokan qebûl bike
Bîlgen: Divê Tirkiye mafê zarokan qebûl bike
Bîlgen: Divê Tirkiye mafê zarokan qebûl bike
Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Ayhan Bîlgen diyar kir ku Tirkiye di warê mafên zarokan de welatekî bi pirsgirêk e û li Tirkiyeyê ji çaran yek zarok di nava xizaniyê de ne û karkeriya zarokan herî xerab li Tirkiyeyê ye. Bîlgen got, "Divê Tirkiye di warê mafên zarokan de hemû peymanên navneteweyî bêfikar qebûl bike."
Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Ayhan Bîlgen bi munasebeta 20’ê Mijdarê Roja Mafê Zarokan a Cihanê daxuyaniyek nivîskî da. Bîlgen destnîşan kir ku nifûsa Tirkiyeyê ya ji sedî 40 di bin temenê 19 salan de ne û 30 milyon ciwan û zarok hene ji sedî 30 nifûs jî di bin temenê 15 sal in û 23 milyon ji wan zarok in, ligel vê yekê jî di warê mafên zarokan de Tirkiye pir bi pirsgirêk e. Bîlgen di daxuyaniyê de got ku li Tirkiyeyê zarokên dezavantaj di serî de zarokên ku zimanê wan ên dayikê ne Tirkiye ne, dîsa yên astengdar, zarokên li herêmên çolter, zarokên yi taxên xizan de dijîn, zarokên roman, Elewî, ne Misilman, zarokên di nava şer de, penaberên navneteweyî û zarokên keç in.
Di daxuyaniyê de Bîlgen da diyarkirin ku li Tirkiyeyê ji çaran yek zarok di nava xizaniyê de ne û wiha berdewam kir: “Karkeriya zarokan herî xerab li Tirkiyeyê ne. Dîsa mirinên zarokan û nexweşî, perwerde, tenduristî, xwarin, cih, xwegihandina mafên ragihandinê yên bingehîn wekî pirsgirêkên cidî ne.”
Bîlgen daxuyandin ku Tirkiyeyê di 1990’an de Peymana Mafên Zarokan îmze kiriye û di 1995’an de ketiye meriyetê, ev yek nîşan dide ku mafên zarokan çiqas bi demoktaîkbûna welat re girêdayî ye.
Bîlgen di daxuyaniya xwe de ev tişt anî ziman: “Tişta ku îro bê kirin zelal e; bi zanebûna mafên zarokan, mafê pêşerojê ye ve reform bê kirin. Divê Tirkiye di warê mafên zarokan de hemû peymanên navneteweyî bêfikar qebûl bike.”