BI DÎMEN

Bila Rojava weke herêma "firîna balafiran lê qedexe ye" bê ragihandin

Hevserokê PYD'ê Salih Muslim xwest, Rojavayê Kurdistanê weke "herêma firîna balafiran lê qedexe ye" bê ragihandin.

Hevserokê PYD'ê Salih Msulim, li ber êrîşên hewayî yê Tirkiyeyê yên li Rojavayê Kurdistanê û Şengalê rabû û got, "Em hem li dijî DAIŞ'ê şer dikin, hem jî li hemberî Tirkiyeyê têdikoşin. Ev yek zorê dide me. Ji bo gefên Tirkiyeyê ji holê werin rakirin, bila hêzên koalîsyonê Rojava weke herêma 'firîna balafiran lê qedexe ye' ragihîne."

Muslim, êrîşên dewleta Tirk ên li Rojava û Şengalê, helwesta hêzên navneteweyî û mijarên din ên di rojevê de ne, ji ANF'ê re nirxand.

'KENGÎ DAIŞ TENGAV DIBE, TIRKIYE ÊRÎŞÎ ME DIKE'

Tirkiyeyê heta niha gelek caran ji bejahî ve êrîşî Rojava kir. Cara yekê ye ji hewayê ve êrîş dike. Gelo ev pêvajoyeke nû ye?

Balkêş e ku êrîşa dawî ya Tirkan piştî referandûmê hatiye kirin. Bi vê referandûmê re dixwaze xwe weke sûltan nîşan bide. Ji ber vê yekê êrîşeke bi vî rengî kir û dixwaze hêza xwe nîşan bide. Êrîşên beriya niha bi giranî li dijî Efrîn û derdora wê, li aliyê din ê sînor dihatin kirin. Niha jî ji hewayê êrîş kir. Bêguman ev hedef berê hatibûn diyarkirin. Dihate zanîn ku li Qereçoxê biryargeha YPG'ê heye. Heman tişt ji bo Şengalê jî derbas dibe. Bi taybetî lêdana li Pêşmergeyan mesajeke ji bo Kurdan. Ji ber ku êrîşeke bi zanebûn hatiye kirin. Dixwazin Kurdan bitirsînin. Di serî de DYA û Rûsyayê mesajê dide hêzên navneteweyî. Dixwaze bêje 'Ez ê Kurdan biqedînim'. Ji xwe ev yek plana berê ye. Dema mirov li van hemûyan binêrin, dibînin ku kengî DAIŞ tengav bû hingî Tirkiye êrîşî me dike. Ev êrîş, di kêliya dawî ya kontrolkirina Tebqayê de hate kirin.

Hûn li Rojava û li gelemperiya Sûriyeyê bi koalîsyona navneteweyî re tevdigerin. Bi taybetî di operasyona Reqayê de gavên girîng hatine avêtin. Li hemberî êrîşeke bi vî rengî, gelo nerazîbûn û helwesta hêzên navborî çi ye? Bi qasî ku di çapemeniyê de tê dîtin, nerazîbûneke cidî nîne. Hevdîtineke we ya taybet bi van hêzan re çê bû?

Tirkiye bi fênekî tevdigere. Demeke kurt beriya êrîşê hem ji Rûsyayê, hem jî ji DYA re dibêje 'Li wê derê PKK heye, ez ê lê bidim'. Firsedan bersivê nabe. Êrîşa dawî jî bi vî rengî hate kirin. Rûsya û DYA qebûl nekirin. Ji xwe di çapemeniyê de jî hinekî xuya kir. Bi qasî ku ez zanim, Sefîrê Bilindê DYA yê li Enqereyê jî nerazîbûn nîşan daye. Wekî din, fermandarên DYA'yî li cihê bûyerê lêkolîn kirin. Nerazîbûna xwe tînin ziman. Lê bêguman ev nerazîbûn ne di wê astê de ye, ku bi dilê me be. Piştî van êrîşan, gel dixwaze Rojava weke 'herêma firîna balafiran lê qedexe ye' bê ragihandin. Eger weke herêma qedexe neyê ragihandin, wê êrîşên Erdogan bidomin.

'LI ALIYEKÎ DAIŞ, LI ALIYÊ DIN JÎ TIRKIYE'

Hûn çi dixwazin?

Em, ragihandina 'herêma firîna balafiran lê qedexe ye' dixwazin. Em dixwazin Tirkiye bi temamî xwe ji Rojava û Sûriyeyê vekişîne. Em naxwazin bi ti awayî tevlî bibe. Ji ber ku dixwaze tevlîheviyê bike. Em dixwazin ku Tirkiye destên xwe ji Sûriyeyê vekişîne.

Ji QSD û YPG'ê hin daxuyanî hatin, ku eger ev êrîş bidomin wê sekinandina operasyona Reqayê bikeve rojevê. Tiştekî bi vî rengî heye?

Li aliyekî DAIŞ, li aliyê din Tirkiye. Ya rast her du alî jî DAIŞ e. Eger êrîşên bi vî rengî dewam bikin, wê her du enî zehmet bin. Ji ber vê yekê wê YPG neçar bimîne gelê xwe biparêze. Nikarin gel ji însafa Tirkan re bihêlin û şerê DAIŞ'ê bikin. Wê barê me giran bibe.

Têkiliyên we niha bi DYA û Rûsyayê re çawa ne?

Têkiliyên me di çarçoveya peymanên me de ne ku me berê bi wan re kirin. Ji aliyê leşkerî ve bi QSD'ê re tevdigerin. Em bi Rûsyayê re li Efrîn û derdora wê, li dijî terorîzmê têkoşîneke hevpar dimeşînin. Peyman dewam dikin. Hem Rûsya, hem jî DYA li dijî van polîtîkayên Tirkiyeyê ne. Dibe ku ji ber hin hesabên xwe deng dernaxînin, lê belê aciz in. Ji ber vê yekê, kesek ji Tirkiyeyê ne razî ye. Lê di dawiya dawî de em ji kesî bawer nakin. Em ê parastina xwe bi xwe bikin.

Ji aliyê we ve wê bersiv ji êrîşan re were dayîn?

Bêguman êrîşên hatine kirin wê bê bersiv nemînin. Gelê me li ber xwe da, li ber xwe dide. Dibe ku wê weke artêşeke bi rêk û pêk nebe. Lê belê gelê me li ber xwe dide. Di dema Kobanê de çawa li ber xwe da, niha jî wê li ber xwe bide. Êrîşên berî du rojan hatin kirin bê bersiv neman. Bersiv hate dayîn.

Li gelemperiya cîhanê, bi taybetî li Rojhilata Navîn ti dewlet nema ye ku pirsgirêkên Tirkiyeyê bi wan re nîne. Her kes ji Tirkiyeyê aciz e. Lê belê PDK di vê demê de bi Tirkiyeyê re tevdigere. Hûn vê çawa dinirxînin?

PDK ketiye nava lepên Tirkiyeyê. Ji her alî ve pê ve hatiye girêdan. Ji ber vê yekê nikare tevbigere. PDK bûye parçeyek ji polîtîkayên Tirkiyeyê yên li dijî Rojava û Şengalê. Malbata Barzanî bi temamî li berjewendiyên malbatî difikire. Ji ber vê yekê ketiye hembêza dijmin. Ev yek wê di dema pêş de bi PDK'ê bide windakirin. Ji ber ku gelê Kurd vê dibîne.

'DIVÊ ALA TIRK LI ELMANYAYÊ WERE QEDEXEKIRIN'

YPG û YPJ li gelemperiya cîhanê bûne sembol. Lê belê Elmanyayê ev sembol qedexe kir. Hûn vê çawa dinirxînin?

Dixwazim vê bêjim; raya giştî ya Ewropayê, ya tevahiya cîhanê îro bi Kurdan re ye. Bi saziyên wan re, bi wan re têkiliyên me çêdibin. Her kes piştgiriya xwe nîşan dide. Lê belê dema li berjewendiyên siyasî û dewletan dinêrin, rewş hinekî cuda dibe. Îngilîstanê gelek çek firot Tirkiyeyê. Ji bo Elmanyayê jî rewş bi heman rengî ye. Ji bo van berjewendiyan biparêzin tiştên bi vî rengî dikin. Lê belê em dizanin ev sembol li tevahiya cîhanê tên bilindkirin. Eger li têkiliyek bi terorîzmê re digerin, ez bawer dikim ku divê ewilî li Elmanyayê ala Tirkiyeyê bê qedexekirin. Ew bi terorîzmê re tevdigerin, kampan çêdikin û wan xwedî dikin. Ji ber vê yekê, divê ewilî ala Tirkan qedexe bikin. Gelê Elman jî, ji ala Tirkan bêhtir, ji aliyên YPG û YPJ'ê hez dike. Ev qedexe hiqûqî nîne. Em hêvîdar in wê Elmanya ji vê şaşitiyê vegere. Ji ber ku biryareke nehevgirtî û pêkenok e. Ji xwe parêzerên me niha bi vê yekê dibilin.

Li ser pêşniyar pirseke Parlamentera Partiya Çep a Elmanyayê Ûlla Jelpke, Wezareta Karên Hundir a Elmanyayê got, "Heta niha em ne bi Hevserokên PYD'ê ne jî bi nûnerên wan re rûneniştine". Hûn qet bi rayedarên Elman re rûniştin?

Weke partî, hevdîtineke me ya fermî çênebû. Lê belê li Berlînê, yekser li ser navê partiyê nebe jî, rêveberiyeke me heye. Ji xwe ew jî bi vê dizanin û di vê çarçoveyê de têkiliyê datînin. Lê belê heta niha li meclîsê, li komîsyonan, bi serokên partiyan û parlamenteran re gelek hevdîtinên me çêbûn.