'Bila li Îmraliyê heyetek serbixwe lêkolînan bike'

'Bila li Îmraliyê heyetek serbixwe lêkolînan bike'

Serokê Şaxa TUYAD-DER'ê ya Wanê Ahmet Aygun, diyar kir ku ew êdî ji tenduristî û ewlehiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi fikarin. Aygun, xwest heyetek serbixwe bê avakirin biçe li Îmraliyê lêkolînan bike. Serokê Şaxa TUHADER'ê ya Edeneyê Ahmet Dogan jî anî ziman ku, li Îmraliyê polîtîkayên taybet ên tecrîdê tên meşandin û xwest ev polîtîka bi dawî bibe.

WAN

Şaxa TUYAD-DER'ê ya Wane ji bo balê bikşîne ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Parka Ehmedê Xanî daxuyanî da çapemeniyê. Nûnerên ÎHD, Înîsiyatifa Dayîkên Aştiyê, reveberên BDP'ê û rêveberên TUYAD-DER'ê Amade bûn. Li ser navê komê Serokê Komeleya TUYAD-DER'ê ya Wanê Ahmet Aygun, bal kişand ser oprasyonên siyasî û leşkerî û wiha got: "Her ku diçe operasyonên siyasî û leşkerî zêde dibin. Heta niha 30 endam û rêveberên komeleya me girtî ne. Li girtîgehan 400 girtiyên rewşa wan giran hene. Hem wezîrê Dadê û hem jî Serokomar Abdullah Gul wekî ku tiştek tune be nêzîk dibin.

'BILA HEYETA SERBIXWE BIÇIN ÎMRALIYÊ'

Aygun, li ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî rawestiya û xwest heyetek serbixwe bê avakirin û biçe Îmraliyê. Aygun, da zanîn ku ew ji ewlehiya Ocalan û tenduristiya wî bi fikarin û wiha got: "Divê heyetek serbixwe bê avakirin û biçe li Îmraliyê lêkolîn bike."

EDENE

Şaxa TUHADER'ê ya Edeneyê jî bi heman armancê daxuyanî da çapemeniyê. Endam û rêveberên komeleyê li Qada Orhan Kemal ya navçeya Ceyhanê civîna çapemeniyê pêk anî. Endam û rêveberên BDP'ê û nûnerên saziyên sivîl jî amade bûn. Komê dirûşma "Êriş me bêzar nakin" berz kir û pankartên "Bila tecrîd bi dawî bibe" û "Bila girtiyên di sînorê mirinê de serbest bên berdan" rakirin. Li ser navê komê Serokê TUHADER'ê ya Edeneyê Ahmet Dogan, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Terîda li ser Brêz Ocalan tê meşandin li ser me tê meşandin. Divê girtîgeha Îmralî girêdayî Wezareta Dadê be."

Dogan, bal kişand ser rewşa girtiyên siyasî û anî ziman ku gelke girtî di sînorê mirinê dene. Dogan xwest rewşa wan jî li ber çavan bên girtin û girtiyên nexweş serbest bên berdan.