'Destûrê nedin ku bi zilamên Erdogan re çek hebe'

Elmanyayê veto kir ku 12 zilamên Erdogan ên ku li DYA’yê êrîş birin ser Kurdan tevlî civîna G-20’ê ya Hambûrgê bibin, niha jî nîqaşê li ser wê dike ku zilamên Erdogan bê çek bimînin.

Elmanyayê veto kir ku 12 zilamên Erdogan ên ku li DYA’yê êrîş birin ser Kurdan tevlî civîna G-20’ê ya Hambûrgê bibin, niha jî nîqaşê li ser wê dike ku zilamên Erdogan bê çek bimînin. Berdevka KarêN Navxweyî ya Partiya Çep Ûlla Jelpke ji ANF’ê re axivî û got, ‘Bila destûr neyê dayin ku parêzvanÊn Erdogan çekan bi xwe re bigerînin.’’

Îsal civîna G-20’ê li Hambûrgê di navbera 7-8’ê Tîrmehê de wê pêk were. Amadekariyên şermezarkirina Serokkomarê Tirk bi hemû lez û beza xwe didomin, her wiha li Elmanyayê nîqaşa li ser zilamên Erodan ji rojevê nakeve.

Elmanyayê bi daxuyaniyeke fermî ragihandibû ku ew ê destûrê nedin 12 parêzvanên Erdogan ên ku Gulanê piştî hevdîtina Serokê DYA’yê Donald Trûmp û Erdogan li ber Sefareta Tirk êrîş bi ser Kurdan de birin, werin Elmanyayê.

TIRKIYÊ XWEST KU WAN ZILAMAN JÎ BÎNE HAMBURGÊ

Ji ber ku di wê lîsteyê de ku Tirkiyê serî Wezareta Karên Derve ya Elman dabû navê 50 zilamê hatibû dayin û di nav van navan de navê 12 zilamên ku li Kurdan xistibûn jî hebû. Berdevkê Karê Derve yê Elmanya Martîn Schafer duh daxuyanî dabû û gotibû, ‘’Hikûmeta Elman pir ji xwe bawer e ku nehêle parêzvanên Erdogan bi Serokkomarê Tirkiyê re werin Hamburgê.’’

Lê li hêla dî hê zelal nebûye bê ka wê destûr were dayin ku parêzvan wê bikaribin bi çek bin yan na. Heta niha Rêveberiya Karê Îdarî yê Federal destûr daye ekîbên paraztinê yên 9 welatên vexwendî. Di nav van welatan de DYA, Îngîltere, Meksîka, Vîetnam, Efrîkeya Başûr û Hollanda hene.

Berdevkê çapemeniyê yê Rêveberiya Karê Îdarî yê Federal li ser pirsa ANF’ê ya bi rengê, ‘’Wê destûr ji bo şandeya Tirk were dayin ku bi çek bin?’’, got, heta niha Tirkiyê hê daxwazeke bi vî rengî ya fermî nekiriye. Personelên parastinê yên delegasyonê tenê dema ku Elmanya destûr bide dikare bi çekên xwe werin.

Wekî din, tê dîtin ku hikumeta Elman ti ji serlêdanên ji 9 welatan hatine kirin, red nekiriye. Tê texmînkirin, ji bo heyeta Tirk jî di berdêla hin şertan de ev destûr were dayin.

PARTIYA ÇEP: BILA DESTÛR NEYÊ DAYIN KU ÇEK BI TÎMA ERDOGAN RE BE

Berdevka Karên Navxweyî ya Partiya Çep Ûlla Jelpke ji ANF'ê re axivî û bang li hikumeta Merkel kir, ku nehêle çek bi heyeta Tirk a tevlî civîna bilind bibe, hebe. Jelpke êrîşa parêzvanên Erdogan a meha Gulanê ya li Washîngtonê ya li dijî xwepêşandêrên Kurd bibîr xist û wiha dewam kir:"Karê parastina lîderên dewletan ên li Hambûrgê bibin mêvan, divê bi temamî karê yekîneyên ewlekariyê yên Elman be. Pêwîste destûr neyê dayin, ku bi polîs û endamên şîrketên ewlekariyê yên di heyetên lîderên dewletên biyanî de cih digirin, çek hebe. Bi taybetî xeterî heye ku eskorta Erdogan bi rengekî çekdarî dest li xwepêşandêran werdin. Hêvîdar im wê hikumeta federal, serlêdana Tirkiyeyê ya ji bo hebûna çekan bi heyeta Tirk re, red bike.

'DERDÊ YEKANE YÊ POLÎSÊN HAMBÛRGÊ, ZILAMÊN ERDOGAN E!’

Midûrê Polîsên Hambûrgê Ralf Martîn Meyer di hefteya bihurî de daxuyaniyek dabû û li hemberî rûdana bûyerên gengaz ên di Civîna Bilind a G-20'an de, hişyarî dabû parêzvanên serokdewletên biyanî, bi taybetî parêzvanên Serokkomarê Tirk Erdogan hişyar kiribû. Polîs li dij e ku parêzvanên Tirk ji derveyî otela Erdogan lê be derkevin derve.Hişyariyeke din a bi heman rengî ji aliyê Dozgeriya Hambûrgê ve hate kirin. Dozgeriya Hambûrgê diyar kir, eger bûyereke mîna ya Washîngtonê li Elmanyayê jî rû bide, ew ê yekser dest lê werin û ji aliyê hiqûqî ve çi pêwîst be, wê bikin.