Ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ji pirsgirêka Kurd re, 78 kes ku rojnamevan, rewşenbîr û siyasetmedar jî di nav de ne, li Stenbolê hatin ba hev û deklarasyona ‘Banga Aştiyê’ weşandin. Di deklarasyonê de hat destnîşankirin ku feraset û nêzîkatiyên bûyî sedema polîtîkayên neçareserkirina pirsgirêka Kurd, hem li Tirkiyeyê û hem jî li Rojhilata Navîn dibe sedema krîzan û ji bo çareseriya pirsgirêkê muxatab jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Di deklarasyonê de hat xwestin ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî bibe.
Ji îmzevanên deklarasyona ‘Banga Aştiyê’, parêzvanê mafên mirovan Akin Bîrdal û Serokê Giştî yê EHP’ê Hakan Ozturk têkildarî wateya deklarasyonê û encamên polîtîkayên tecrîdê ji ANF’ê re axivîn.
‘SEDSALA TIRKIYEYÊ, SEDSALEKÎ BI SABIKA YE’
Akin Bîrdal anî ziman ku deklarasyon hewldaneke hevpar e û diyar kir ku armanca deklarasyonê ew e ku bala raya giştî bikişîne ser şerên li Tirkiye û Rojhilata Navîn.
Bîrdal ragihand ku sedsala duyemîn a komarê ji bo rakirina tecrîdê firsend e û têkildarî deklarasyonê ev tişt got: “Ev hewlana hevpar a hevalên me ne. Rojhilata Navîn û welatê me di nava xelekek agir de ne. Sedemê gelek krîzan, krîza siyasî, krîza aborî, krîza civakî û çandî polîtîkayên şer ên desthilatdariyê ne. Em dikevin sedsaleke nû ya komarê. Bi dawîbûna tecrîdê, wê deriyê demokrasî û aştiyê vebe. Sedsala Tirkiyeyê sedsaleke bi sabika ye. Ev bangeke ku ji bo desthilatdariya siyasî firsendê ava dike. Hewldanek me ya din jî heye, demê pêş em ê wê jî parve bikin.”
Bîrdal diyar kir ku encamên tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê giran be û got: “Eger em ji bo aştî, edalet, wekhevî û azadiyê neyên ba hev, li gorî min Tirkiye wê veguhere tecrîdê. Bidawîbûna tecrîda li ser Abdullah Ocalan, bidawîbûna tecrîda li Tirkiyeyê ye. Divê her kes vê yekê fêm bike û bi vê hîsiyatê tev bigere.”
‘DIVÊ LI TIRKIYEYÊ AŞTÎ PÊK WERE’
Serokê Giştî yê EHP’ê Hakan Ozturk bal kişand ser daxuyaniyên Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ên li ser şerê Îsraîl-Fîlîstînê û got: “Rewşa li Tirkiye û Rojhilata Navîn li holê ye. Erdogan jî li ser rewşa li Rojhilata Navîn banga îtîdalê kir. Ev yek hem ji bo Rojhilata Navîn û hem jî ji bo welatê me derbasdar e. Li welatê me jî pirsgirêkek tê vegotin. Meseleya nasnameyan a gelê Kurd heye, xwestekên wan ên ji bo ziman hene, vê yekê tînin ziman.”
Ozturk qala polîtîkayên tecrîdê yên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û ev tişt got: “Em dizanin ku pirsgirêkên mirovên li Tirkiyeyê di girtîgehan de dimînin gelek in. Li Tirkiyeyê divê ev şert û mercên tecrîdê bên guhertin û aştî pêk were.”