Bi sedan kes li Linzê ji bo Efrînê meşiyan
Li bajarê Linz ê Awûstûryayê, bi sedan kes bi wesîleya Roja Efrînê ya Cîhanê meşiyan.
Li bajarê Linz ê Awûstûryayê, bi sedan kes bi wesîleya Roja Efrînê ya Cîhanê meşiyan.
Kurdistanî, dostên wan û rêxistinên çep ên Awûstûryayî li Parka Volksgartenê li hev civiyan.
Girseya gel wêneyên ku sivîlên li Efrînê hatin kuştin tevî pankarta bi nivîsa "Panzerên Elman Kurdan dikujin" hildan.
Di çalakiyê de bêdengiya hikumeta Awûstûryayê hate şermezarkirin û dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê", "Kujer Erdoğan, terorîst Erdoğan" hatin qîrîn.