Bi rêya destûrnameyê wê erka şer ji bo 2 salên din bê dirêjkirin

Parlamenterê HEDEP'ê Alî Bozan û Parlamenterê EMEP'ê Îskender Bayhan destûrnameya şerê Iraq-Sûriyeyê rexne kirin û gotin, wê ji polîtîkayên şer re bibêjin 'na'.

Destûrnameya şer a li ser dirêjkirina wezîfeya leşkerên Tirk a li Lubnanê ji bo salekê, hefteya derbasbûyî li meclîsa Tirk bi piraniya dengên AKP, MHP, ÎYÎP û CHP'ê hate qebûlkirin. Koma HEDEP'ê û wekîlên EMEP'ê dengê 'na' dan. TÎP jî tevlî dengdanê nebû. Destûrnameya şerê Iraq-Sûriyeyê jî ku tê payin vê hefteyê pêşkêşî meclîsê bê kirin, wê li ser dirêjkirina dema mayîna leşkeran a li wê derê ji bo 2 salan be.

Parlamenterê Mersînê yê ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Alî Bozan li ser mijarê ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku bi destûrnameyê dixwazin du salên din erka şer bidin Serokkomarê Tirk.

JI SALA 2016'AN Û VIR VE LI IRAQÊ ZÊDEYÎ 600 SIVÎL HATIN QETILKIRIN

Parlamenterê Mersînê yê HEDEP'ê Bozan bi bîr xist ku destûrnameyên beriya niha ji bo salekê dihatin dirêjkirin û got, "Destûrnameyên têkildarî Iraq-Sûriyeyê heta sala 2021'ê salê carekê diketin rojeva meclîsê. Piştî sala 2021'ê veguherandin destûrnameyên ji bo 2 salan. Destûranameya Iraq-Sûriyeyê jî ku wê rojên bê bixin rojeva meclîsê, dîsa wê ji bo 2 salan be. Bi esasî veguherandina ji bo 2 salan bi tena serê xwe pirsgirêk e. Ji ber ku ev destûrname wê ji bo 2 salan erkê bide Serokkomar, di mijara israra di şer de îradeyê nîşan dide. Nîşan dide ku li Rojhilata Navîn di mijara Iraq û Sûriyeyê de helwesteke alîgiriya şer destnîşan dike. Ev yek tevî ku ji aliyê hiqûqî ve weke 'destûrnameya Iraq û Sûriyeyê' pêşkêşî meclîsê tê kirin jî 'destûrnameya ji bo şer' e û destwerdana li xaka welatekî cuda ye.

Bi raporên saziyên navneteweyî hatiye belgekirin û tespîtkirin ku di operasyonên Tirkiyeyê yên li derveyî sînor de bi sedan sivîl hatine qetilkirin. Mînak qeydên Reutersê hene ku nîşan didin, ji sala 2016'an û vir ve tenê li Iraqê zêdeyî 600 sivîl di operasyonên Hêzên Çekdar ên Tirk de hatine qetilkirin. Ev yek tespîta saziyên navneteweyî ye. Ev destûranmeya şer wê erkê dide Tirkiyeyê ku dengî bixwaze li xaka Sûriyeyê operasyonê bike. Û em bi vê zanin; sedema vê jî destketiyên Kurdan ên li Rojava ye, destûrname li dijî vê yekê ye. Heta niha ji Rojava li hemberî Tirkiyeyê êrîşeke biçûk nehatiye kirin. Tevî vê yekê jî ev rewş li dijî ewlekariya Tirkiyeyê nîne."

BERIYA HER TIŞTÎ DIVÊ DI NAVA SÎNORÊN XWE DE PIRSGIRÊKA KURD ÇARESER BIKE

Alî Bozan destnîşan kir ku ev destûrnameyên bi hinceta 'ewlekariyê' têne amadekirin çare nîne, tişta ku ji bo ewlekariyê bê kirin ew e ku li nava sînorên Tirkiyeyê aştî bê afirandin. Alî Bozan got, "Ji bo misogerkirina ewlekariya Tirkiyeyê tenê rêyek heye: Ew jî gavên bi rêyên aştiyane û demokratîk ên ji bo pirsgirêka Kurd li Tirkiye û tevahiya Rojhilata Navîn e. Divê tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan bê rakirin, ku 32 meh in bi ti awayî agahî jê nayê wergirtin. Rayedarên dewleta Komara Tirkiyeyê baş bi vê yekê zanin, eger dixwazin li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk çareser bikin beriya her tiştî divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin. Divê hevdîtinên yekser bi Abdullah Ocalan re bêne kirin. Vê pirsgirêkê bi muxatabê wê yê çareseriyê re nîqaş bike. Yekane muxatab jî Birêz Abdullah Ocalan e."

POLÎTÎKAYÊN BEREVAJÎ YÊN AKP'Ê

Parlamenterê Stenbolê yê EMEP'ê Îskender Bayhan ku dengê na da destûrnameya têkildarî Lubnanê, destnîşan kir ku ev destûrname encama polîtîkayên berevajî yên AKP'ê yên li ser Rojhilata Navîn e. Bayhan got, "Destûrnameya Iraq-Sûriyeyê jî ku wê vê hefteyê li Meclîsê pêşkêşî dengdanê bê kirin, encameke polîtîkayên berevajî yên AKP'ê yên li ser Rojhilata Navîn e. Ji bo rejîma yek şexsî ku li derve polîtîkayên belavkariyê li hundir jî di mijara çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de polîtîkaya zordar dimeşîne, dirêjkirina van destûrnameyan wê bê wateya erêkirina dewamkirina van polîtîkayên şaş. Armancên Osmaniya nû û hewldana ji bo wergirtina pareyê ji jinûve parvekirina Rojhilata Navîn her tim zerar dane gelên Tirkiyeyê û herêmê. Van polîtîkayan xizmet ji aştiya li herêmê û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd re nekirine. Berevajî; hebûna emperyalîstan a li herêmê xurt kiriye, bûye parçeyek ji destwerdana vê yekê."

MÎNA DOH, EM ÎRO JÎ LI BER DESTÛRNAMEYÊ RADIBIN

Bayhan destnîşan kir ku destûrname ji bilî xizaniya navxweyî û hilweşîna li derve xizmetê ji tiştekî re nake û got, "Erdogan bi rêya vê destûrnameyê wê ji aliyekî ve gel xizan bike, li aliyê din jî bi rêya polîtîkayên şer hewl bide gel bixapîne û gel mehkûmî plana mêtingeriyê bike.

Divê gelên bindest ên vî welatî teqez nekevin vê xefikê. Lewma mîna doh em îro jî li ber vê destûrnameyê radibin. Em bang li xwişk û birayên xwe yên karker û kedkar dikin ku li dijî vê polîtîkayên têbikoşin."