Bi kuçikan avêtin ser malan, 12 kes destgîr kirin
Di operasyonên qirkirina siyasî ya li gelek bajaran pêk hat de, 12 kes hatin destgîrkirin. Bi kuçikan avêtine ser malan û êrîş birine ser kesên destgîr kirine.
Di operasyonên qirkirina siyasî ya li gelek bajaran pêk hat de, 12 kes hatin destgîrkirin. Bi kuçikan avêtine ser malan û êrîş birine ser kesên destgîr kirine.
Polîsan di çarçoveya lêpirsîneke ku navenda wê Amed, li Stenbol, Colemêrg, Bûrsa û Konyayê hat destpêkirin de, îro serê sibê avêtin ser gelek malan.
12 KES DESTGÎR KIRIN
Polîsan di serdegirtinan de deriyên malan şikandin û tiştên malan belav kirin. Hat diyarkirin ku di serdegirtinan de Alî Osman Nadîroglû, Mehdî Bîçîmlî, Nîzamettîn Îpek, Arîf Bûdak jî di nav de 12 kes hatine destgîrkirin. Hat hînbûn ku kesên hatin destgîrkirin li Miduriyeta Polîsan a Amedê tên girtin.
Ferdên malbatê têkildarî serdegirtinên malan ên navçeya Bismilê diyar kirin ku polîsan saet 05.00’an deriyê malê şikandin û bi kuçikan li malê geriyan e.
BI KUÇIKAN KETIN AVAHÎ, HEQARET KIRIN; LÊ DAN
Ferdên malbatê bi lêv kirin ku ji ber kuçikan zarok tirsiyane û anîn ziman ku polîsan heqaret li wan kirin e. Ferdên malbatê destnîşan kir ku polîsan tiştên malê belavkirine, deriyê dolaban şikandin û li cem wan, li Alî Osman Nadîroglû dane û heqaret lê kirin e.