'Bi komkujiyê re nikarîbûn bi me, bi binçavkirinê re wê hîç nikaribin bi me'

Seroka Giştî ya ESP'ê Ûlûsoy, operasyonan binçavkirinê ya li hemberî endamên ESP Û SGDF'yê şermezar kir û got, "Bi komkujiyê re nikarîbûn bi me, lewma bi binçavkirina re wê hîç nikaribin bi me."

Seroka Giştî ya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Sûltan Ûlûsoy nerazîbûn nîşanî operasyonên binçavkirinê ya li hemberî sosyalîstan da, ku di encamê de tevî Alîkara Seroka Giştî Fethiye Ok û birîndarên komkujiya Pirsûsê gelek kes hatin binçavkirin.

Ûlûsoy da xuyakirin ku operasyona binçavkirinê êrîşek li hemberî vîna têkoşîna yekbûyî ya gelan e û got, "Di nava hevrêyên me yên hatine binçavkirin de Alîkara me ya Seroka Giştî Fethiye Ok û Serokê me yê Bajarê Amedê Soner Çîçek jî hene. Ev êrîş, weke bersivek li hemberî helwesta sosyalîst û welatparêzan a li cem vîna xwerêveberiya demokratîk disekine, hatiye kirin."

Ûlûsoy bibîr xist ku ji binçaviyan Şerîfe Erbay, Îlke Başak Baydar, Ogûz Yuzgeç û Çagdaş Kuçukbattal di dema komkujiya Pirsûsê de birîndar bûn û got, "Ji dewletê heye, ku wê mirovên jê nehat li Pirsûsê qetil bike, bi êrîşên binçavkirinê re serî bide tewandin."

Ûlûsoy da zanîn ku dîktatoriya AKP'ê bi vî rengî dixwaze vîn û daxwaza têkoşînê ya sosyalîst, şoreşger, mirovên pêşverû û welatparêz bişikîne û got, "Lê belê heta niha li Kurdistanê û Tirkiyeyê bi ser neket. Ji niha û pê ve jî partiya me ESP û HDP wê li hemberî van êrîşan li kolanan bi xeta têkoşînê ya rewa bersivê bidin. Bi komkujiyên li Pirsûs û Enqereyê re nikarîbûn bi me, lewma bi binçavkirinê re wê hîç nikaribin bi me. Weke ESP em ê têkoşîna xwe ya ji bo wekhevî, aştî û biratiya gelan têkoşîna xwe bidomînin."