Federasyona Yekitiya Elewiyên Fransayê (FUAF) bi dirûşmeya ‘Ji Nîjadperestî, newekehevî û şer e êdî bese’ li Strasbourgê xwepêşendanek pêk anî. Çalakiya ku nêzî 7 hezar kesî tevli bû hikûmeta Erdogan hat protestokirin û hate xwestin ku malên cemê statu ji bo wan bê dayîn û dersên olî yê hatine fezkirin rabin.
Roja şemiyê piştî nîvro meş pêk hat û ji gelek welatên cuda yên Ewropayê bi hezaran kes tevli bûn. Di navbera Qada Place de la Bourse û ber Konseya Ewropayê meş pêk hat û di meşê de hate diyarkirin ku zextên li dijî Elewiyên bi salan e tên meşandin, polîtîkayên înkar û îmhayê yên hikûmeta Erdogan hêj didome.
Di meşê de hate xwestin ku statuyê bidin cemxaneyan, dersên olî yê hatine ferzkirin bê rakirin û dawî li polîtîkayên asîmîlasyon û êrîşan bi dawî be.
Serokê Federasyona Yekitiya Elewiya a Ewropayê (AABF) Turgut Oker diyar kir ku divê tevgera azadiya kurd û sosyalîst dest bidin destên hev û dê zihniyeta AKP’ê derbas bikin.
FUAF balkişand ser binpêkirinên mafan û komkujiya Roboskê û got zîhniyeteke kujer mijara gotinê ye û got dive dawî li polîtîkayên înkar û îmahyê bê.
Parlamenterê Dêrsîmê yê CHP’ê Huseyîn Aygun bal kişand ser daxwaza zimanê dayikê û got ku divê her kes li her derê bi zimanê xwe biaxivin.
Di çalakiyê de li ser nave Komeleya Çand Kurd a Mezopotamya a Strasbourgê danezan hat xwedin. Di danezanê de grevên ji 12’ê îlonê dest pêkirin hatin bibîrxistin û banga hestiyariyê hat kirin.