Bi gotinên nîjatperestiyê gef li Ozturk ê HDP’î kirin

Li ser dîwarê mala Sefer Ozturk ê HDP’î bi nivîsên nîjatperest gef lê kirin. Ozgurk ê çû qerqolê gilî bike, vê carê polîsan ew gef kir.

Li ser dîwarê mala Sezer Ozturk ê li nûnertiya Partiya Demokratîk a Gelen (HDP) a li taxa Ornek a navçeya Esendere ya Stenbolê nivîsên nîjatperest hatin nivîsîn. Li ser dîwarê Ozturk bi tîpên mezin ‘Alevî defol Kurd’ hate nivîsandin û îşareta ‘X’ hate danîn.

Ozturk wêneyê dîwar kişand û li ser hesabê xwe yê dijîtal parve kir û piştre ji bo gilî bike, berê xwe da Navenda Polîsan a Kiraçê.

POLÎSAN JÎ GEF KIR

Ozturk anî ziman ku li navenda polîsan gef lê hatiye kirin û diyar kir ku piştî îfade daye û dema li wesayîta xwe siwar bibe, polîsan ew rawestandiye û gotiye; ‘Tê bi amîr re hevdîtin bike’ ew dubare vexwendine qereqolê. Ozturk ev got: “Bi amîr re civiyam. Amîr ji bo min got; ‘Te ev li ser tevnên dijîtal parvekirine, divê jê bibî’ û piştre di domdarî got; ‘em hemû biran e, tu gel teşfîqî kîn û nefretê dike. Ev a te kirî ne rast e. Tu vê jê bibî baştir e, jê nebî di derbarê te de ji ber kîn û nefreta gel neçarin lêpirsîn bidin vekirin’.”

Ozgurt got: “Em qetlîama Seyîd Riza, Koçgirî, Madimak dizanin. Ev qetlîam didomin.Ya niha jî dibe dewama vê hişmeniyê ye.