Bi girseyî çûn serdana konên sersaxiyê yên gerîlayên HPG’ê
Konên sersaxiyê yên ji bo gerîlayên HPG'ê yên di dîrokên cuda de di şer û pevçûnan de şehîd bibûn, bi girseyî hatin serdankirin.
Konên sersaxiyê yên ji bo gerîlayên HPG'ê yên di dîrokên cuda de di şer û pevçûnan de şehîd bibûn, bi girseyî hatin serdankirin.
Gerîlayên HPG’ê Onûr Kamiloglu (Civan Farqîn), Nazîm Hîkmet Ulgen (Bedran) û Muhammed Gonyeli (Seyît Brûsk) ên di şerê ku di dîrokên cuda de li taxên Cofitnê, Bêşişt û Dareqol ên navçeya Licê ya Amedê şehîd bibûn, cenazeyên wan ji aliyê malbatan ve hatin girtin û veşartin.
Cenazeyê gerîlayên HPG'ê Kamiloglu li Gonyeli Êlihê û Ulgen li navçeya Peyasê hatin veşartin.
Bi pêşengiya MEBYA-DER’ê bi girseyî serdana cihên sersaxiyê kirin.
Endamên Komeleya Alimên Olî ya Amedê, rêveberên bajar û navçeyan ên Partiya Demokratîk û Wekheviya Gelan (HEDEP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Meclîsa Dayikên Aştiyê, Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) û bi sedan kes beşdarî serdana sersaxiyên şehîdan bûn.
'DIVÊ EM LAYIQÎ ŞEHÎDAN BIN'
Girse destpêkê çûn serdana sersaxiya gêrîlayê HPG'ê Onur Kamiloglu (Civan Farqîn) a li taxa Mescît a Farqînê hatibû danîn. Di serdanê de dirûşma "Şehîd namirin” hat berzkirin. Ji malbata Kamiloglu re sersaxî hat xwestin.
Nûnerê MEBYA-DER'ê yê Farqînê Zekî Çîçek di serdanê de axivî û got: “Em weke gel di erk û berpirsyariyên xwe yên têkoşînê de kêmaniyan dijîn. Divê em layiqî wan bin.”
'DIVÊ EM PÎROZIYA AZADIYÊ FÊM BIKIN'
Piştre girse çûn serdana sersaxiya gêrîlayê HPG'ê Nazim Hikmet Ulgen (Bedran) a li Mala Sersaxiyê ya Şaklat a Peyasê hatibû danîn. Parlamentera HEDEP'ê Adalet Kaya li vir beşdarî sersaxiyê bû.
Piştî duayan di şexsê Ulgen de ji bo şehîdên azadiyê deqeyek rêz girtin. Hevserokê Giştî yê MEBYA-DER'ê Mehmet Emîn Kiliç li wir axaftinek kir û wiha got, “Azadî tiştekî ewqas pîroz e ku ev ciwan ji bo vê yekê jiyana xwe ji dest didin. Divê em fêm bikin ka azadî çiqas mezin e."
Sersaxiya ji bo gêrîlayê HPG’ê Cahît Aktay (Huseyîn Pîran) ê 14’ê Cotmehê di êrîşa artêşa Tirk a dagirker a li ser herêma Metîna de tevî du hevalên xwe şehîd bibû, li taxa Seyrantepe ya Yenîşehîrê bi girseyî hat ziyaretkirin.