Piştî erdheja ku navenda wê Mereş e, derket holê ku sîstema tenduristiyê ya ku dewleta Tirk pir pesnê wê dida, bê kêr e. Wezareta Tenduristiyê ku divê di roja yekem a erdhejê de mudaxeleya yekem kiriba, di rojên destpêkê de neçû herêma erdhejê.
Xebatkarek tenduristiyê yê/a dilxwaz ku ji rojên destpêkê yên erdhejê ve li qadan e û alîkariyê dide mexdûrên erdhejê, têkildarî tiştên ku di erdhejê de qewimîne ji ANF’ê re axivî.
‘TI XEBATA WEZARETÊ YA JI BO ERDHEJÊ, NEBÛ’
Xebatkarê/a tenduristiyê diyar kir ku ji roja destpêkê ya erdhejê ve bi gelek xebatkarên tenduristiyê re hatine herêmê û got: “Em ji roja destpêkê ya erdhejê ve li vir in. Pêvajoyek bû ku wezaretê kar nedikir. Ti xebata wezaretê ya ji bo erdhejê, nebû. Dema ku em bi erdhejê hesiyan, me xwest ku bi dilxwazî werin herêmê. Carnan hin hevalên me ji wezaretê erk dixwestin ku werin herêma erdhejê, lê rayedaran bersivên erênî nedida wan”
Xebatkarê/a tenduristiyê destnîşan kir ku gelek xebatkarên tenduristiyê bi derfetên xwe hatin herêma erdhejê û ragihand ku roja sêyem a erdhejê hatine Hatayê. Xebatkarê/a tenduristiyê ev tişt got: “Dema ku em hatin çavdêriya bajêr, me dît ku li vir tenê Wezareta Tenduristiyê, Wezareta Karên Hundir jî ti xebat nemeşandiye. AFAD’ê jî ti xebat nekiribû.”
‘XELKÊ BI DERFETÊN XWE XIZMÊN XWE JI BIN KAVILAN DERXISTIN’
Tenduristvanê/a dilxwaz ragihand ku xelkê di vê pêvajoyê de bi derfetên xwe xizmên xwe ji bin kavilan derxistine û bilêv kir ku gelek xebatkarên tenduristiyê yên mîna wî/ê hatine herêma erdhejê û bi derfetên xwe alîkariya gel kirine.
Dilxwaz diyar kir ku AFAD ji derveyî avahiyên diyar li ti derê nebû û wiha pêde çû: “Wezareta Tenduristiyê piştî ku gelek roj li ser erdhejê derbas bûn, hat herêma erdhejê. Daxuyaniya wezaretê ya ‘em li wir bûn’ ne rast e."