Bi dîplomeya sixte destûra bi dehan avahiyan da

Dîplomaya Mehmet Akîf Sûbay ê ku 6 sal e li YÎKOP’ê weke amîrê kontrol û rêveberê projeyê dixebite, sixte derket.

Sûbay ku 6 sal in bi dîplomaya sixte rêvebirtî û amirtî kir, destûra avakirina 60 avahiyan da. Heke erdhejek pêk were, jiyana kesên di van avahiyan de di xetereyeke mezin de ye.

Di 2016’an de qeyûm li Şaredariya bajarê mezin a Wanê hatibû tayînkirin. Piştî ku qeyûm bi sedan kedkar ji kar derxist û li şûna wan kadroyên AKP’î hatin bicihkirin. Yek ji wan jî Mehmet Akîf Sûbay bû. Sûbay bêezmûn û bitorpîl li Şaredariya Mezin a Wanê dest bi karê avahîsaziyê kir. Piştî demeke kurt dîsan bi torpîlê li YÎKOP’ê weke amîrê kontrol û rêveberê projeyê hat erkdarkirin.

Qeyûmê nû Ozan Balcî li ser zextan dawî li erka Sûbay anî. Lê AKP nehişt ku Sûbay ji kar bê avêtin. Hat diyarkirin ku li şaredariyên qeyûm gelek kesên bi dîplomayên sixte dixebitin.

Sûbay ku 6 sal in bi dîplomaya sixte rêvebirtî û amirtî kir, destûra avakirina 60 avahiyan da. Li Wanê bi salan in erdhejên giran çêdibe. Heke erdhejek pêk were, jiyana kesên di van avahiyan de di xetereyeke mezin de ye.

Pirsa bingehîn ev e ku 6 sal in ligel ku dîplomeya wî sixte ye, kê Mehmet Akîf Sûbay parast.