Bi çavên jineke Êzidî trajediya Şengalê

Bi çavên jineke Êzidî trajediya Şengalê

Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê ketin Şengalê, Kurdên li cihên cuda yên cîhanê ketin tevgerê û yên Swêdê jî ketin tevgerê. Bi mîtîng û bernameyan de kampanyayê hatin rêxistin de jineke Êzîdî derket pêş. Jina Êzîdî ya 21 salî Noshen Shokor bi tevlîbûna van bernameyan xwe sînor nehişt. Tevî ku dê û bavê wê li dijî vê derket ew çû Başûrê Kurdistanê û alîkariya ji bo Êzîdiyan li wir berdewam kir.

Noshen Shokor ku 3 hefteyan li Başur ma û alîkarî da jin û zarokên Êzîdî hestên xwe ji ANF’ê re vegot.

Hûn çima û çawa çûn Başûrê Kurdistanê?

Ez li mexazeyek ku pêlîstokên zarokan tên firotin dixebitim. Ji bo ez zêdetîr bibim alîkar ez çûm. Ez ne mirovek siyasî me. Ji ber vê jî min xwest bi hevkariya rêxistineke alîkariyê ya mirovahî biçim. Min serî li gelek rêxistinên navneteweyî da. Ez di 9’ê Îlonê de bi saziyeke alîkariyê ya Kurdistan Dîaspora re çûm. Em 8 kes bûn. 2 doktor, yek doktorê diranan, hemşîreyek û 4 personelên xizmeta civakî hebûn.
Min her sê zaravayên Kurdî dizanî û wergerî kir. Ez bi jin û zarokan re axivîm. Amûrên dihatin me li kampan li wan belav dikir. Em li Zaxoyê diçûn serdana malbatên Êzîdî.

Bûyerên ku bandor li ser we çêkirin hebûn?

Li wir me dît ku sazî û rayedar newekheviyê dikin. Hikûmet û saziyan, di navbera Êzîdî û Mislimanan de cudakarî dikir. Dema Misliman û Êzîdiyek nexweş diketin, ambulans dihat, destpêkê yê Misliman dibir. Ev bi tena serê xwe sosret bû. Vê bandorek gelek mezin li ser min kir.

Ez dema li nexweşxaneyê dixebitim jinek hat û zarokê wê hebû. Zarok gelek nebaş xuya dikir. Ez bawer im ji ber bêxwedîbûnê bû. Piştî demekê mir. Ez gelek hestiyar bûm. 

Dema ez li wir bûm min her tim tiştên wisa dît. Dema min zarokên li wir didît, min digot ev hemû birayê min, xwişkên min in. Dema min jin didîtin, min digot ev dayika min e. Anîna ziman a van hestan gelek zehmet e. Kesên li vir dijî gelek xemgîn dibin, lê ez ne bawer im ku hest û trajediya wan mirovan fêm dikin. Wan mirovan hovîtiyên mezin jiyan e. Dema ez çûm wir min digot ez di aliyê psîkolojîk de amade me. Lê min li wir fêm kir ku ez ne amade me.

Mirov li wir dixwazin her tiştî ji bo wan bikin, her derfetê ji bo wan bikar bînin.

Rêveberiyên herêmî piştgiriyek têr dida gelo?

Na mixabin. Ev nêrîna min a şexsî ye. Bi qasî tê xwestin xurek nedan welatiyên Şengalê. 50 kîlo birinc dan 131 kesî û gotin 15 rojan bi vê îdare bikin. Ez bawer nakim ku rêveberên Herêma Federal a Kurdistanê dixwazin alîkariyê bidin Êzîdiyan.

Çima naxwazin bibin alîkar?

Li gorî min ji ber baweriya wan e. Ji ber ku Êzîdî ne. Alîkariya têr nedidan wan. Ev tenê ji bo rêveberên Kurd ne derbasdar e, ji bo YE, NY û hikûmeta Swêdê jî derbasdar e.

Gelo alîkariyên tên şandin digihêjin cihê xwe?

Dema ez çûm Êzîdiyên li kampê gotin amûr zêde tê, lê kêm didin wan. Çend roj berê min dît ku li ser You Tube ev amûr tên firotin. Amûrên tên şandin, nayên dayîn tên firotin. Ji ber vê jî ez pêşniyar dikim ku kesên pere û alîkariyê didin divê bidin saziyên bi ewle yan jî bixwe teslîm bikin.

Di çapemeniyê de hat gotin pêşmergeyan Êzîdî neparastine. Êzîdiyên wir çi difikirin?

Vê mijarê her tim diaxivin. Digotin ew rastî bêbextiyê hatine. Digotin pêşmergeyan ew teslîmî çeteyên hov kirine. Îro li çiyayê Şengalê 7 hezar Êzîdî hene. Naxwazin çiya terk bikin.

Ji bo mirovên wir pêşmerge ne watedar e. Pêşmergeyan baweriya xwe winda kirine. PKK û YPG’ê alîkariyek mezin daye wan.

Rêxistinên Kurd û welatên rojava dikarin alîkariyek çawa bidin Êzîdiyan?

Dikarin gelek tiştî bikin. Dikarin biçin wir. Pêwîstî bi doktor û hemşîreyan hene. Dikarin alîkariya hatiye berhevkirin ji wan re bişînin. Rojavayî dikarin gelek alîkariyan bikin. Dikarin alîkariya çekan bidin şervanên li dijî DAIŞ’ê şer dikin. Bi çekên sivik li dijî DAIŞ’ê têdikoşin

Li Kobanê jin li dijî DAIŞ’ê têdikoşin? Hûn wek jineke Êzîdî çi difikirin?

Li Şengalê jî jin li dijî DAIŞ’ê têkoşiyan. Jinên Kurd û Êzîdî li dijî wan şer kirin. Berxwdana li Kobanê gelek girîng e. Ev di çapemeniya cîhanê de cih digire, lê divê şerê li Şengalê jî neyê jibîrkirin. Em bi berxwedan û şervanên li Kobanê li ber xwe didin, serbilind in.

Ji bo rizgarkirina keçên Êzîdî yên hatin revandin dikare çi bêkirin?

Ez dixwazim rewşa wan di çapemeniyê de bê nîşandan. Hewcedariya van jinan bi alîkariyê heye. Ev jin bi kampanyayên îmzeyan nayên xilaskirin. Ev jin bi mudaxaleyên leşkerî dikarin bên rizgarkirin.