'Bi ÇEDES'ê re cihêkariyeke mezin tê kirin'
Sekretera Hiqûqê ya TÎS a Egîtîm Senê Mûtlû Aymaz anî ziman ku Îslam a Sûnî li dibistanên seretayî jî tê ferzkirin û ev yek dibe sedema cihêkariyeke mezin.
Sekretera Hiqûqê ya TÎS a Egîtîm Senê Mûtlû Aymaz anî ziman ku Îslam a Sûnî li dibistanên seretayî jî tê ferzkirin û ev yek dibe sedema cihêkariyeke mezin.
Sekretera Hiqûqê ya TÎS'ê ya Egîtîm Senê Mûtlû Aymaz li ser projeya 'Ez têkildarî derdora xwe baldar im, xwedî li nirxên xwe derdikevim' (ÇEDES) û kiryarên di çarçoveya vê bernameyê de têne kirin, her wiah bandora cihêkariya ku AKP li ser bingeha Îslam a Sûnî li dibistanan dike, zexta li ser xwendekaran û civakê ji ANF'ê re axivî.
Mûtlû Aymaz got, "Perwerdeya li ser nirxan beriya bi salan li bernameya Wezareta Perwerdeyê ya Millî hatibû bicihkirin. Destpêkê li ser mijarên nebaşiya diziyê, zerarên gotina derewan, zext û zordariyê bû. Lê belê desthilatdariyê bi demê re bername li gorî xwe guhert. Destpêkê mijarekê diyar dike ku mîna li ser perwerdeya giştî ye, piştre jî bernameya diyarkirî bi rengê ku ji Îslam a Sûnî û civaka ku desthilatdarî dixwaze biafirîne xizmetê bike, diguherîne. Li vî welatî mirovên ji çand û baweriyê cuda hene. Lê belê mijara nirxê tenê di çarçoveya Îslam a Sûnî de tê nirxandin. Halbûkî nirx tiştekî gerdûnî ye. Ev yek dibe sedema cihêkariyeke mezin."
Mûtlû Aymaz ragihand ku pêkanîna ÇEDES'ê destpêkê di salên perwerdeyê yên salên 2021-2022'an de li dibistanên îmam hatîp û navîn ên diyarkirî, destpê kir û got, "Piştre hate belavkirin. Kar û hewldaneke welê heye ku heta dawiya sala perwerdeyê ya 2023-2024'an li temamiya dibistanên seretayî, navîn û lîseyê bernameya ÇEDES'ê bê bicihkirin. Ev pêkanîn wê li dibistanên dewletê yên hatine diyarkirin bê bicihkirin, li dibistanên taybet wê nebe. Yanî wê dîsa bi serê zarokên gel ve bê. Yekî ku zarokê xwe li dibistaneke taybet dide xwendin, dema bibêje 'Ez naxwazim ev perwerde ji zarokê min re bê dayin' hingî ew dibistan ji xwe ji bo hatineya xwe ji dest nede wê, wê bernameyê bisekinîne. Kapîtalîzm nikare li ber vê îtîrazê rabe. Yên ku bikevin ber vê bernameyê jî wê zarokên wan mirovan bin ku nikarin li dibistanên taybet bixwînin.
Ji bo pirsa "ÇEDES ne bi rêya mamoste yan jî pedagogan bi cih tê anîn, lê belê bi rêya îmaman, xoceyên kursên Quranê bi cih tê anîn. Temamiya kadroyên ku weke 'şêwirmendên manewî' hatine diyarkirin, xebatkarên Diyanetê ne. Rewşeke bi vî rengî wê bandoreke çawa li ser xwendekaran bike? Mûtlû Aymaz bersiveke bi vî rengî da:
Tevlîbûna îmaman li perwerdeya li dibistanan dûrî ji aqil e. Wezîfedarên Diyanetê ku formasyoneke xwe ya pedagojîk nîne, bi rêbaza li mizgeftan tevlî dibistanan bûn. Statuya mamostetiyê ji îmaman re hate dayin. Halbûkî faktora bingehîn a li perwerdeyê têrkeriya we ya pedagojîk a li branşa we ye. Mamostetî bi rastî jî pîşeyekî gelekî zehmet e. Tevî ku 26 sal in vî pîşeyî dikim, hîn jî ji xwe dipirsim ku gelo karê xwe rast dikim yan na. Nifş û têgihiştin diguherin, her xwendekarek cîhaneke cuda ye. Radestkirina perwerdeyê li îmamên ku ji aliyê pedagojîk ve şareza nîne, tenê xizmetê ji armanca desthilatdariyê ya gihandina nifşekî li gorî xwe dike."