Bi 10 hezaran kedkar li qadan in

Bi 10 hezaran kedkar li qadan in

Kedkarên gelemperiyê ji ber di Peymana Tomarî de bi hikumetê re li ser zamê li hev nekirin li gelek bajar û navçeyan çalaki pêk anî. Li Stenbol, Enqere, Amed, Êlih, Elezîz, Semsûr, Meletî, Dêrsim, Wan, Colemêrg, Çewlîk, Îzmir, Edene, Dîlok û gelek bajarên din çalakî hatin lidarxistin. Ji ber çalakiyen KESK û Kamû Sen'ê li gelek cihan kar rawestiya.

STENBOL

Li Stenbolê bi 10 hezaran kedkarên gelemperiyê ji bo helwesta hikûmetê ya li hemberî peymana tomarî şermezar bikin çalakiya gireva kar pêk anîn. Kedkarên KESK'ê û Kamu-Sen'ê tevlî çalakiyan bûn û polîtîkayên AKP'ê şermezar bikin. Personelên ku li Nexweşxaneya Şîşlî Etfalê kom bûn, dest ji kar berdan û AKP şermezar kirin. Girseya ku li vir kom bû bi pankart û dowîzan heta Daîreya Bacê ya Beyogluyê meş pêk anîn.

Endamên Sendîkaya Ragihandina Yekpar jî li Gara Haydarpaşa û Sirkeciyê çalakî pêk anîn. Ji ber girevê seferên Haydarpaşa-Pendik û Sirkeci-Halkali hatin rawestandin.

EDENE

Li Edeneyê jî çalakiya ku ji şevê din de destpê kir, li Gara Trenê çalakî pêk anîn. Endam û rêveberên Birleşik Taşimacilik Sen û Turk Ulaşim Senê li Gara Edeneyê seferên tirênê rawestandin û çalakî pêk anîn. Kedkaran di çalakiyê de daxwazên xwe anîn ziman û hikûmet şermezar kir.

AMED

Li Amedê jî endam û rêveberên KESK û Kamu-Senê di çarçoveya çalakiyê de li kargeriyan dest ji kar berdan. Karker li ber sendîkaya BES'ê ya Amedê kom bûn. Kedkar li ber Defterdariyê kom bûn û bi def û zurneyan çalalî pêk anîn. Dîsa endamên BTS'ê jî li Îstasyonê çalakî pêk anîn. Bi sedan endam û rêveberên Egîtîm Sen'ê jî li ber Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Ofîsê kom bûn û xwestin heta Deriyê Çiyê bimeşin. Lê heta demekê girse rastî astengiyên polîsan hatin. Balkêş e dema endamên Kamû-Sen'ê meşiyan polîsan tu astengî dernexist, lê dema KESK'îyan dest bi meşê kir polîsan destûr neda.

BDP, ESP û Jinên Selisê jî piştgirî da meşa Deriyê Çiyê.

ŞIRNEX

Li Şirnexê jî endamên KESK'ê li Qada Komarê ko bûn û çalakî pêk anîn. Girsê li vir govend gerand û rastî eleqeyek mezin hat. Li naveya Cizîrê jî KESK'iyan dest ji kar berda û çalakî pêk anî.

MÊRDÎN/SÊRT/RIHA

Li navenda Mêrdînê jî karkeran dest ji kar berda û dê çalakiyê pêk bînin. Li Sêrtê jî bi sedan karker û karmendên KESK'î li ber avahiya Şaredariyê kom bûn û bi def û zurneyan govend gerand. Rêveberên BDP'ê Şaredarî, ÎHD, Odeya Tabîban, Jinên Berfinê û gelek kesen din piştgirî da.

Li Rihayê jî endam û rêveberên KESK'ê li ber SKG'ê çalakî pêk anîn û dest ji kar berdan. Egîtîm Sen jî de li Qada Ahmet Bahçivanê daxuyaniye bide çapemeniyê.

WAN/COLEMÊRG/AGIRÎ/MÛŞ

Li Wan, Colemêrg, Agirî û Mûşê jî bi heman armancê çalaki hate lidarxistin. Kedkarên KESK'î li ber Nexeşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Wanê çalakî pêk anîn. Li navçeya Geverê jî endam û rêveberên KESK'ê ji ber Navenda Çandê ya Geverê û Şaredariyê heta Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê meşiyan. Endamên KESK'ê li Bazîdê jî çalakî pêk anîn û dest ji kar berdan. Koma ji 100 kesan pêk dihat li ber Konseya Bajar kom bûn û bi def û zurneyan çalaki pêk anîn. Li navçeya Kopê ya Mûşê jî koma KESK'î li ber avahiya Şaredariyê kom bûn û çalaki pêk anîn.

MÊRSÎN

Li Mêrsînê jî koma ku li Îstasyonê kom bûn, heta avahiya AKP'ê ya Mêrsînê meşiyan.

Girseyaku 50 metre nêzi AKP'ê bûn rastî mudaxaleya polîsan a bi bombeyên gazê hat. Di mudaxaleya polîsan de 2 kes birîndar bûn. Çalakiya kedkaran didome.