Beştaş: Gotina pêvajoya çareseriyê ji bo girtina dengê Kurdan e

Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş destnîşan kir ku gotina çareseriyê ya Erdogan a li Amedê, hewldaneke ku ji bo girtina dengê Kurdane.

Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, piştî 2 sal û nîvan hatina Serokkomarê Tirk Erdogan a Amedê û gotinên Erdogan a pêvajoya çareseriyê ji ber HDP’ê dawî bûye ji ANF’ê re nirxand.

‘DIXWAZIN DENGÊ KURDAN BIGIRIN’

Beştaş diyar kir ku hatina Erdogan a Amedê dubare dixwaze dengê Kurdan bigire. Beştaş anî ziman ku bi vê yekê carekî din derket holê ku bê Kurdan nikarin li ser desthilatê bimîne û eger hilbijartinek pêk were wê winda bikin. Beştaş da xuyakirin ku ji bo Erdogan ev hatin heman demê îşareta xebatên ji bo hilbijartinê ye.

Beştaş gotinên Erdogan a ‘pêvajoya çareseriyê ji ber HDP’ê’ dawî bûye jî wek nesamî pênase kir û bal kişand ser rola HDP’ê ya di pêvajoya çareseriyê de û got: “Serokkomarê welat û heman demê serokê giştî yê partiyeke desthilat li aliyekê cara yekem e derdikeve û dibêje; ‘Ez li pişt pêvajoya çareseriyê bûm, wê rojê li kû bû niha jî li wir im’, lê li aliyê din bi armanca tesfiyekirina partiya me, mîna ku pêvajoya çareseriyê sûc be dinirxîne. Îdrîs Balûken û Selhattîn Demîrtaş ên di şandeya Îmraliyê ya pêvajoya çareseriyê cih digirin, hê jî rehîn girtî ne, heman demê ji ber komploya Kobanê hatine destgîrkirin. Yanî wê li aliyekê bêje li pişt pêvajoya çareseriyê me, li aliyê din dîsa ji ber heman pêvajoya çareseriyê doza girtina partiya me veke, hevalên me rehîn bigirin, bidarezînin. Wê vê yekê çawa îzah bike. A rastî rewşek welê ye nayê îzakirin.”

‘ÇARESERIYEKE BÊ KURDAN NABE’

Beştaş destnîşan kir ku hatina Serokkomarê Tirk Erdogan a Amedê heman demê tê wateya xwestina dengê Kurdan. Beştaş îşaret bi vê yekê kir ku vê carê dixwazin bê HDP’ê, bê Abdullah Ocalan û heman demê bê Kurdan çareseriyê dane holê û got: “Di çareseriya pêşbîn dikin de Kurd nîne. Çima? Ji ber ku hê zêmanê Kurdan qedexe ye, ji ber ku hê yên bi Kurdî muzîk amade dikin û xudbe bi Kurdî didin tên girtin. Êrîşkariya li ser Kurdan her roja diçe zêdetir dibe. Ji ber vê bê HDP’ê, Abdullah Ocalan yanî bê ku muxatabek hebe, dixwazin ji bo xwe pêvjoyeke xeyalî amade bikin.”

‘GAVA YEKEM DIVÊ TECRÎD BI DAWÎ BIKE’

Beştaş bal kişand ku êdî her kes dizene bê dengê Kurd tu partî nikare bibe desthilata û anî ziman ku AKP jî vê dizane. Beştaş diyar kir eger ji bo çareseriyê gavek bê avêtin divê ewilê berê xwe bidin Îmraîl û tecrîda dawî bikin û wiha domand: “Eger gavek bê avêtin divê ewilê tecrîda li ser muxatabê çareseriyê Abdullah Ocalan bi dawî bike. Dîsa hevserokên me yên rehîd girtine, parlementerên me, siyasetmedar bên berdan. Dikarin qeyûman derbixin. Heta gavek gavek şênber neyê avêtin, kes guh nade van gotinan. Gelê Kurd jî giha wê yekê ku êdî guh nade gotinan guh dide yên kar dike.”