Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê û şehîdên meha Tîrmehê hatin bîranîn - HATE NÛKIRIN

Li Êrîvanê ya ku paytexta Ermenistanê ye û li bajarê Rennesê yê Fransayê berxwedêrên Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê hatin bîranîn.

ÊRÎVAN

Li Êrivanê îro saet di 13.00’an de li Mala Gel şehîdên berxwedana 14’ê Tîrmehê hatin bîranîn.

Hevserokên Komîteya Kurdistanê Silo Dirboyan û Îla Tovmasyan, parlementer Kînyas Hasanov û Mîlo Kalaşyan ê ku zarokê wî şehîd bûye, di bîranînê de axivîn.

Di axaftina nde hte diyarkirin ku îro jî berxwedan tên domandin û hate gotin “Ji bo ku em werin van rojan girîngiyeke mezin a têkoşînê heye. Di rojeke wisa de em şehîdên berxwedana 14’ê Tîrmehê û hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin. Îro berxwedana gerîlayan a li çiyayên Kurdistanê dûmahîka vê berxwedanê ye. Em ê her dem li ser rêya şehîdên xwe bin.”

Civîn bi slogana ‘Şehîd namirin’ bi dawî bû.

RENNES

Li bajarê Rennesê yê Fransayê jî Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê hatin bîranîn.

Di şexsê şehîdên berxwedêrên rojiya mirinê ya 14’ê Tîrmehê de ji bo şehîdên şoreşa Kurdistanê rêz hate girtin. Di bîranînê de hate diyarkirin li zindana Amedê li hemberî êşkence, zilm û xeta teslîmiyetê berxwedan hate destpêkirin.

BERLÎN

Li Berlînê jî Şehîd Baran Mawa hate bîranîn.

Di bîranînê de çalakgera TCŞ’ê Baran Zane axivî û got “Şehîd Baran Mawa yê ku fermandarê mezin ê ciwanan e, ji bo me tê wateya têkoşînê. Ciwan wê di şexsê Baran Mawa de dewleta Tirk a faşîst ji Kurdistanê derxîne.”

Piştî axaftinan sînevîzyona li ser şehîd Baran Mawa û nirxandina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser ciwan û şehîdan hate nîşandan.

ESSLÎNGEN

Li bajarê Esslîngen ê Elmanyayê jî şehîd Baran Mawa hate bîranîn. Bîranînê bi rêzgirtinê dest pêkir û derbarê jiyana Baran Mawa sînevîzyon hate nîşandan.

BORDEAÛX

Li bajarê Bordeaûx a Fransayê jî şehîd Baran Mawa hate bîranîn.

Di axaftinan de hate gotin “Bi têkoşîna bi ruhê Baran Mawa têkoşîn dikare bi ser bikeve.”

Bîranîn bi sloganên ‘Şehîd namirin’ bi dawî bû.

Di bîranînê de sînevîzyon hate nîşandan û bîranîn bi sloganên ‘Berxwedan jiyan e’, ‘Şehîd namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.