Berxwedana malbata Şenyaşar didome

Emîne Şenyaşar ku berxwedanê didomîne got,''Malbata min binerd kirin. Zilmê li me dikin. Kujer li derve ji xwe re digerin.''

Malbata Şenyaşar li dijî komkujiya Wekîlê AKP'ê Ibrahîm Halîl Yildiz û xizmên wî ev 130 roj in ji bo ku komkuj bêne darizandin li ber edliyeya Rihayê çalakiya nobetê didomînin.

Dayik Emîne Şenyaşar got tişta ku li wan dikin zilm e, nikarin dozger bibînini, nahêlin ku ew bikevin avahiya edliyê. Dayikê bal kişande ser kurê xwe yê girtî, xwest ku were berdan û got, ''Malbata min binerd kirin. Qet nebe bila kurê min berdin. Tim me destgîr dikin û zilmê li me dikin. Kurê min di hicreya yekkesî de dihêlin. Ev dadmendiyeke çawa ye? Ên ku malbata min kuştin li derve ji xwe re digerin. Serokkomar jî dizane ku zarokên min bêgunah in. Bila çareyek were dîtin em jî biçin mala xwe. Bila qeydên nexweşxanê derxînin.''

Li ser hesabê medya dijîtal a malbatê dîmena serdana destekê ya Komeleya Pira Gelan hate parvekirin.