Berxwedana malbata Şenyaşar di roja 716’an de ye
Têkoşîna edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 716’an de didome. Emîne Şenyaşar got “2 sal in li ser min zilm heye.”
Têkoşîna edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 716’an de didome. Emîne Şenyaşar got “2 sal in li ser min zilm heye.”
Xizm û parêzvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî malbata Şenyaşar kiribû. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatibûn qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbata Şenyaşar di roja 716’an de didome. Malbat îro di danê sibehê de ji Pirsûsê hat ber deriyê Edliyeya Rihayê û dest bi çalakiya xwe kir. Di çalakiyê de pankarta “Ji bo Malbat Şenyaşar Edalet” daliqand. Malbatê ji bo piştevaniya bi mexdûrên erdhejê du find vêxistin.
Ferît Şenyaşar di çalakiyê de 8’ê Adarê Roja Jinan a cîhanê bi bîr xist û wiha got: “Dayikek, jinek ev 2 sal in ji bo edaletê li ber edliyeyê çalakiya Nobeta Edaletê li dar dixe. Hemû kes vê bêedaletiye dibîne. Dadgeha ku divê edaletê pêk bîne, nikare darizandinê bike. Çalakiya me sibe wê 2 salan li pey xwe bihêle û bikeve sala 3’yan. Têkoşîna dayikê bû pirtûk. Herî dawî jî belgefîlme dayikê derket û niha ew belgefîlm di Mîhrîcanên Navneteweyî yên Fîlman de tê pêşandan. Sibe jî li Konferansa Tahîr Elçî ya Baroya Rihayê bi minesebata sala me ya 3’yan wê ev belgefîlm bê pêşandan. Banga me ji bo her kesî ew e ku sibe tev li bibin.”
Piştre jî dayika Emîne Şenyaşar axivî û ev tişt anî ziman: “Daxwaza me ew e ku hemû kes tev li çalakiya me bibe. Ev 2 sal in em bi daxwaza edaletê li vir rûniştine. Em her tim rastî zilme hatin. Çend caran li vir tundî li lawê min hate kirin. Bila dîmenên qetilkirina zarokên min derxin û hemû dinya bibîne. Desthilatdarî çima wan dimênan vedişêre?”
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Halîlîliyeyê jî bi boneya 8’ê Adarê hate serdana Malbata Şenyaşar.