Berxwedana malbata Şenyaşar di sala 3’emîn de ye
Nobeta Edalete ya Malbata Şenyaşar kete sala xwe ya sêyemîn. Hevseroka Giştî ya DAD’ê Kadriye Dogan çû serdana nobetê.
Nobeta Edalete ya Malbata Şenyaşar kete sala xwe ya sêyemîn. Hevseroka Giştî ya DAD’ê Kadriye Dogan çû serdana nobetê.
Xizm û parêzvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kiribû. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatibûn qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbata Şenyaşar di roja 717’an de berdewam dike. Malbat, di saetên serê sibehê de ji Pirsûsê derbasî navenda Rihayê bû û li pêşiya edliyeyê dest bi çalakiya xwe kir. Di çalakiyê de pankarta “Ji bo Malbata Şenyaşar Edalet” vekir.
Bi boneya 2’yemîn salvegera Nobeta Edaletê, Hevseroka Komeleyên Demokratîk ên Elewiyan (DAD) Kadriye Dogan û heyeta li gel wê hat serdana malbatê. Dogan, di serdanê de axivî û got ku bi çalakiya Emîne Şenyaşar eşkere bû ku li vî welatî edalet tune ye. Dogan, axaftina xwe wiha domand: “Heke sibe du sibe edalet were vî welatî, Emîne Şenyaşar pêşenga vê encamê ye. Wê peykerê Emîne Şenyaşar bibe peykerê edaletê. Ji ber ku Emîne Şenyaşar her roj ji bo mirovahî û vî welatî daxwaza edaletê dike. Em ji herêmên erdhejê ne û li wan herêman jî heman bêedaletî heye. Ji ber ku li vî welatî hesaba komkujî û bêedaletiyê nayê pirsîn, her tim bêedaletî çêdibe.”
Bi boneya salvegera Nobeta Edaletê wê îro saet di 14.00’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê kursiyê vekirî bê danîn. Piştre jî wê li Eywana Tahir Elçî ya Baroya Rihayê belgefîlma “Ji bo Edaletê’ bê pêşandan ku derhêneriya wê Elîf Yîgît kiriye. Ev belgefîlm li ser têkoşîna Malbata Şenyaşar e.