Berxwedana Kobanê di roja 70. de ye

Berxwedana Kobanê di roja 70. de ye

Berxwedana şervanên YPG-YPJ’ê ya li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hemberî Kobanê, di roja 70. de berdewam dike. Şervanên YPG û YPJ’ê yên li dijî çekên giran bi çekên ferdî berxwedaneke bêhempa nîşan didin, rûyê wan her tim li ken e. Şervanên YPG-YPJ’ê bi şev û roj li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê berxwe didin.  Li Kobaniya ku ev 70 roj in li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê berxwedan tê meşandin de, ji berxwedan û jiyanê çend wêne...

Şervanê YPG'ê

Li navenda bajarê Kobanê, jineke Kobaniyî dema kincên şuştî li ber tavê radixe û bi nîşana serketinê me pêşwazî dike

Şervaneke YPJ'ê ya li eniya şer di dema bêhnvedanê de pirtûkê dixwîne

Nuqteya ketinê ya Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê. Qada ku rastî êrîên dijwar ên çeteyên DAIŞ'ê yên bi hawanan tê

Li herêma Til Şeîrê, tevî her tiştî jî zarokên dilîzin û dikenin

Navenda bajarê Kobanê. Wezîfedarekî asayîşê

Li rojhilatê Kobanê taxek

Wezîfedarên asayîşê yên bi hev re xwarinê dixwin

Segvanê YPG'yî yê di nava tevgerê de ye

Wezîfedarên Asayîşê yên li bajêr li dewriyê digerin

(Wêne: Ersîn ÇAKSÛ / Îbrahîm ASLAN)