Berxwedana Kobanê di roja 68.de ye
Berxwedana Kobanê di roja 68.de ye
Berxwedana Kobanê di roja 68.de ye
Berxwedana şervanên YPG-YPJ’ê ya li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hemberî Kobanê, di roja 68.n de berdewam dike. Şervanên YPG û YPJ’ê li dijî çekên giran bi çekên ferdî berxwedaneke bêhempa nîşan didin. Şervanên YPG-YPJ’ê bi şev û roj li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê berxwe didin. Li Kobaniya ku ev 68 roj in li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê berxwedan tê meşandin de ji berxwedan û jiyanê çend wêne...

Guleyên Hewanê yên ku çeteyên DAIŞ’ê raste rast avêtine navenda bajar û teqemeniyên ku gîhandine wesayîtan.

Şervanên YPG-YPJ’ê yên li eniya pêş. Ken ji rûyê wan kêm nabe.

Şervanên YPG’ê yên li eniyê bêhna xwe vedidin.

Firoşgeheke ku cil û bergên jinan difiroşe bi guleyên hewanê hatiye texrîbkirin.

Jinek Kobanê ya ji bo zarok û şervanên eniyê nan çêdike.

Berxwedana Kobanê di roja 68’emîn de berdewam dike. Li asîmanên Kobanê kevok azad difirin.

Li Kobanê şer heye. Dayik xemgîn lê zarok bi hêvî dikenin.

Di destê DAIŞ’ê de wesayîtên zirxî yên bi teknolojiya dawî hatine hilberandin yên ji artêşa Iraq û Suriyeyê girtine. Gelê Kobanê yê berxwedêr jî wesayîtên xwe bi xwe çêdikin.

Şervana YPJ’ê.

Zarokek Kobanê bi çavên xwe yên dibiriqin li cîhanê dinêre.

(Wêne: Ersîn ÇAKSU-Îbrahîm ASLAN)