Berxwedana karkeran didome: Em li hemberî pergala koletiyê serî hildidin!

300 karkerên ku ji fabrîkeya tekstîlê ya bi navê Ûgûrê hatine derxistin, berxwedana xwe didomînin. Karkeran gotin “Em li dijî pergala koletiyê serî hildidin.”

Sendîkaya Karkerên Tekstîlê ya girêdayî Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) li Rihayê di 9’ê Îlonê de li Tekstîla Ûgûr rayedariya sendîkayî wergirt. Nêzî 300 karker li fabrîkaya vê tekstîlê dixebitin. Rêveberiya tekstîlê sendîka nas nekir û bi hinceta Kod-18 hemû karker ji kar derxist. Nûnertiya Herêmê ya Tekstîl Îşê û karkerên ji kar hatine derxistin di roja yekemîn de li ber Fabrîkaya Tekstîla Ûgûr a li Herêma Pîşesaziya Organîze ya 2’yemîn a Rihayê daxuyanî dan çapemeniyê. Karker îro jî li Meydana Rabia ya Rihayê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Nûnerên KESK’ê û partiyên siyasî jî piştevaniya karkeran kirin. 

Ji karkeran Zehra Çeçan diyar kir ku ji ber wan li ber neheqiyê stûyê xwe xwar nekirine û ji ber vê ji kar hatine avêtin. Çeçan bal kişand ser vî tiştî ku ew dixwazin wekî endamên sendîkayê vegerin ser karê xwe.

Ji karkeran Mûrat Çalışkan jî ji bere vê endamê sendîkayê bûye û banga têkoşîna hevpar li karkeran kir. 

Nûnerê Sendîkaya Karkerên Tesktîê Mehmet Turkmen jî anî ziman ku pergala koletiyê li karkeran tê ferzkirin û ji ber ku karkeran ev tişt qebûl nekirine, ji kar hatine derxistin. Turkmen destnîşan kir ku divê mafê karkeran ê sendîkabûnê were nasîn. Turkmen got “Wê ev pergala kedxwarî were guhertin. Wê zilmkar hesab bidin gel. Em bang li walî û şaredar dikin ku nebin şirîkê vî sûcî. Em carek din dibêjin ku em li hember vê pergala axatî û koletiyê serî radikin.” 

Daxuyanî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.