Berxwedana girtiyan a ji bo azadiya Ocalan di roja 251’î de ye

Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, dabû destpêkirin di roja 251'emîn de,

Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, dabû destpêkirin di roja 251'emîn de, dewam e. Çalakiya li Mexmûrê di roja 230’emîn û ya li Yewnenistanê jî di roja 213'emîn de dewam dikin.

Çalakiya girtiyan ji 14'ê Tîrmehê ve her 15 rojan careke bi awayekî bidorveger didome

MEXMÛR

Li Kampa Penaberan a Mexmûrê, jinan di 18’ê Kanûna 2020'an de li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê da destpêkirin. Çalakiya ku li Komeleya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê dest pê kir, di roja 230'emîn de didome.

YEWNANISTAN

Penaberên ku li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dijîn jî ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewam dike, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Ev grev di roja 213'emîn de didome. Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê pêşengiya çalakiyê dikin.