Berxwedana Efrînê li Viyanayê hate slavkirin
Li paytexta Awûstûryayê Viyanayê êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên bi ser Efrînê de bi meşeke girseyî û mîtîngekê hate şermezarkirin.
Li paytexta Awûstûryayê Viyanayê êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên bi ser Efrînê de bi meşeke girseyî û mîtîngekê hate şermezarkirin.
Meş û mîtîng bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk pêk hat û ji çar parçeyên Kurdistanê partiyên siyasî, rêxistinên çepgir û sosyalîst ên Tirkiyeyê û yên Avûstûryayê di çalakiyê de hazir bûn.
Girse roja şemiyê saet 13.00’an li meydana Operasyê dest pê kir û girse her ku çû zêde bû, ji bo vê jî polîs neçar man ku rê ji trafîkê re bigirin. Çeteyên ku li ber konsolosê Tirk xwe rêxistinî kiribûn xwestin ku provakasyonê bikin.
Çalakî bi deqeyek rêzgirinê ya ji bo şehîdên Efrînê û şehîdên şoreşê yên Kurdistanê û dinyayê dest pê kir. Di dema meşê de pankartên ‘’Artêşa Tirk ji Kurdistanê vekişe’, ‘Erdogan mezintirîn terorîstê li dinyayê ye’ hatin vekirin.
Girse 100 metereyî nêzî Konsolosê Tirk bû û li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk axaftinan hatin kirin.
Piştre li ser navê YNK, Pêşverû, Yekîtî Mala Kurda, PJAK, PYD, ATÎGF, ADHF û ciwanên komunîst ên Awûstûrya axaftin hatin kirin.