Bertek nîşanî dadgeha ku heqareta Diyanetê wek 'azadiya îfadeyê' nirxand, da

Aynur Aşan bertek nîşanî dadgehê ku daxwaza heqaretê ya Diyanetê weke “azadiya îfadeyê” dît û ev tişt got: “Em ê têkoşîna xwe ya li dijî DAÎŞ û çeteyên wê yên koletiyê li ser jinan ferz dikin, bidomînin."

Doza Komploya Kobanê ku 18 jê girtî ji 108 kesên ku hevserokên berê yên HDP’ê û endamên MYK’ê jî di nav de tên darizandin, bi îfadeyên siyasetmedarên rehîn tên girtin berdewam kir. Aynur Aşan di yekemîn rûniştina 38'emîn rûniştina dozê ya li Kampusa Girtîgeha Sîncanê hat dîtin de mafê axaftinê girt.

Aşan anî ziman ku HDP ji bo aştiya civakî hewldaneke cidî daye û wiha got: “Li Tirkiyeyê bi qasî şerê di navbera du dewletan de mirov mirin. Di mutalayê de nêrîneke weke ku di navbera du welatan de şer heye û HDP ji bo bidawîkirina vî şerî tevdigere, heye. Dema ku du welat û dewlet tunebin, ma banga aştiyê nayê kirin? Ma ev sûc e? Partiyên siyasî yên li Tirkiyeyê li şûna vê pirsgirêkê çareser bikin, ji bo xurtkirina desthilatdariya xwe polîtîkayên dijber dimeşînin. Dema ku ji HDP’ê tê xwestin ne mecbûr e vê yekê bike. Em weke hikûmetê li pirsgirêkên Tirkiyeyê nanêrin. Em bi perspektîfek cuda dinirxînin. Heta îro hemû desthilatdarî hewl daye pirsgirêka herî mezin pirsgirêka Kurd bi polîtîkayên 'îmhayê' çareser bike. Rêbazên înkar, îmha, asîmîlasyon, koçberî û dûrxistina ji rastiyê li vê pirsgirêkê dinêrin.”

Aşan bal kişand ser Plana Îslahatê ya Rojhilat û daxuyaniyên damezrînerên wê, gotinên yek ji damezrînerên wê Riza Nur ên ku gotibû “Min bi salan ji bo ku kurdan tirkbûna xwe bipejirînim plan çêkiriye” bi bîr xist û got ku heman zihniyet îro jî berdewam dike.

Aşan anî ziman ku li dijî wan komployek heye, ev jî li Qesrê hatiye amadekirin û diyar kir ku ev yek bi destî dozger ve weke "mutala" derketiye pêşbetî wan.

BILA SAZIYA PÛÇBÛYE JI BO ME ÇARÇOVEYA EXLAQÊ XÊZ NEKE

Her wiha Aşan bal kişand ser daxwaznameya ku ji aliyê Serokatiya Karên Diyanetê ve li ser mutalayê hatiye şandin. Aşan bertek nîşanî serokatiya ku wan weke "bêexlaqiyê" sûcdar dike, da û wiha got: "Her kes baş dizane bêexlaq kî ye û ev yek jî diyar e. Li Rihayê muftiyek tecawizî keçekê kir û hat girtin. Ji ber ku em van tiştan îfade dikin, bi ser me de tên. Bi rastî ew bêexlaq in. Li şûna ku hesanê van sûcên xwe bidin, me weke bêexlaqî bi nav dike. Ez vê bêbextiya wan eşkere dikim. Tirsa min ew e ku hûn jî vê yekê li dijî min bikar bînin. Ji ber ku ew têne parastin. Ez wek welatiyekî vî welatî qebûl nakim ku saziyek wisa qirêj min sûcdar bike. Divê lêpirsîn bê vekirin û divê bê girtin. Ji ber ku ez van dibêjim dibe ku dozger jî îdia bike ku ez dixwazim rejîmê biguherînim. Helbet ger pêwîstî bi guherînê hebe dê guhertin çêbibe. Saziya ku bûye navenda têkiliyên qirêj divê ji me re çarçoveya exlaqê xêz neke.”

EM Ê TÊKOŞÎNA XWE YA LI DIJÎ YÊN MÎN A DAÎŞ’Ê BIDOMÎNIN

Aşan di berdewamiya berteka xwe ya li dijî Midûriyeta Karên Diyanetê de wiha got: “Gelo yên mafên karker û kedkaran diparêzin bêexlaq in, yan jî yên ku mafên wan binpê dikin? Bûdçeya Diyanetê qediya. Ew qas xwarin ku tiştek nehiştin. Zarok û xwendekarên vî welatî jî ji ber xizaniyê û nikarin debara xwe bikin, xwe dikujin. Rojek berê xortekî di çerxerêyê de xwe kuşt. Ji ber vê rewşê heta sibê xew neket çavên min. Eger bêexlaqî hebe kesên ku dibin sedema rewşên wiha bêexlaq in.”

Di vê navberê de serokê dadgehê gotina Aşan qut kir û got, "Li ser sêcdariyên li te tên kirin parastina xwe bike." Li ser vê yekê Aşan anî ziman ku dadgehê daxwaznameya Diyanetê di çarçoveya "azadiya raman û îfadekirinê" de nirxand û divê îfadeyên jî di heman çarçoveyê de bên nirxandin. Aşan got, “Diyanet divê ji me re sînoran xêz neke, pergala me ya exlaqî ya bi hezar salan e ava bûye heye. Em vê zîhniyeta ku koletiyê li ser jinê ferz dike ti carî qebûl nakin. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî DAÎŞ û çeteyên DAÎŞ’ê bidomînin. Em ne tenê li dijî DAÎŞ’ê, li dijî hemû hêzên tarî jî têkoşîna xwe dimeşînin. Em li ku derê cîhanê bin, li girtîgehê bin, li vir bin, em ê têkoşîna xwe bidomînin."

Dadgehê rûniştin taloqî sibê saet 10.00’an kir.