Bersiva li pirsa 'Kobanê çima neket?'...
Bersiva li pirsa 'Kobanê çima neket?'...
Bersiva li pirsa 'Kobanê çima neket?'...
Mînak şênber a bersiva li pirsa 'Kobanê çima neket?': Çîroka Ehmed, Mehmûd û Brahîm ên birayên hev. Her sê birayên ji malbata Berkel a "Xizan lê xwedî hestên xurt ên welatparêziyê", ji bo jiyan û welatekî azad, di eniya berxwedanê de jiyana xwe ji dest dan.
Ehmed Berkel 39 salî bû. Di 14'ê Tebaxa 2013'an de dema li gundê Qinê yê Kobanê li hemberî êrîşa Cephet El Nûsra li ber xwe dida, di şer de jiyana xwe ji dest da. Bavê 6 zarokan bû. Mehmûd Berkel 24 salî bû. Di 19'ê Gulana 2014'an de dema li hemberî êrîşên DAIŞ'ê li ber xwe dida, di şerê li gundê Borêz ê Kobanê jiyana xwe ji dest da. Destgirî bû. Brahîm Berkel 19 salî bû. Di 29'ê Cotmeha 2014'an de dema li hemberî êrîşên DAIŞ'ê yên li dijî Kobanê li ber xwe dida, di şerê li derdora Mizgefta Hecî Reşad a li rojhilatê bajêr jiyana xwe ji dest da.
MIRINA BIRAYÊN XWE NEGOTIN Û LI DÛ HEV BERÊ XWE DAN ENIYA ŞER
Her sê kesên me li jorê navê wan nivîsan, bira ne. Sê bira, dema li dijî êrîşên li hemberî xaka wan û mirovahiyê li ber xwe didan, di nava salekê de li dû hev jiyana xwe ji dest dan, li nava refên YPG'ê. Piştî ku Ehmed jiyana xwe ji dest da, Mehmûd tevlî refên YPG'ê bû. Ji rayedarên YPG'ê re negot ku birayê wî jiyana xwe ji dest daye, çû şer û wî jî jiyana xwe ji dest da. Dema Mehmû jiyana xwe ji dest da, birayê wî yê din Brahîm negot ku birayê wî jiyana xwe ji dest daye, ew jî tevlî şer bû û jiyana xwe ji dest da. Dê û bavê Ehmed, Mehmûd û Brahîm jiyana xwe ji dest dane. 8 Xwişk û bira ne. Xwişk û bira û zarokên wan jî, ji ber êrîşên DAIŞ'ê neçar mane derbasî aliyê Rihayê bibin.
Ji dest dayîna jiyana her sê birayan, mînaka herî şênber a berdêlên berxwedana Kobanê ye. Her du birayên dawî, dema ji bo şer bike tevlî YPG'ê bûn, ne gotin ku birayê wan jiyana xwe ji dest dane. Eger bigotina, wê ew neşandibûna eniya şer, li cihekî kêm xetere bihata wezîfedarkirin. Lê belê wan ji bo parastina xaka xwe û mirovahiyê ji rayedarên YPG'ê re negotin ku birayên wan şehîd ketine. Û ji bo welatekî azad û jiyaneke azad ji yên mayî re bihêlin, jiyana xwe ji dest dan.
PISMAMÊ WAN BEHSA WAN KIR
Pismamê wan Fîrat Hemzê yê li Kobanê ye, behsa birayên Ehmed, Mehmû û Brahîm ên ji gundê Piling ê Kobanê ne, kir.
Fîraz Hemzê da xuyakirin ku ji ber beriya êrîşên li hemberî Kobanê li derveyî Kobanê dixebitî, wî ji pismamên xwe Ehmed baş nas dikir û got, "Malbateke xizan bû, lê welatparêziya wan gelekî xurt bû. Hemû şehîdên Kobanê şehîdên me ne. Ji ber ku li ser xaka xwe şehîd ketine, ew ji bo me rûmet in. Belê, şehîdbûna sê kesan ji malbatekê di nava salekê de zehmet e, lê hemû şehîd şehîdên me ne. Serê me bilind e."


