Rêxistinên Elewî, bi wesîleya 22. salvegera komkujiya Sêwasê bernameya çalakiyan aşkera kir. Ji bo kesên li Madimakê jiyana xwe ji dest dane weke her sal wê îsal jî li Sêwasê meşek bê lidarxistin. Wê Stenbol û Enqereyê jî bîranîn pêk bên.
Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal (PSAKD) û Federasyona Elewî Bektaşî, çalakiyên bi wesîleya 22. salvegera komkujiya Sêwasê aşkera kirin.
Daxuyanî li Yekîtiya Mulkiyeyiyan pêk hat. Parlamenterên HDP’ê Alî Kenanoglu û Muslum Dogan jî tevlî daxuyaniyê bûn.
Li gor daxuyaniyê çalakî û aktîvîteyên bên lidarxistin wiha ne:
28’ê Hezîranê Yekşem saet 15.00 li Stenbol Kadikoy
1’ê Tîrmehê Çarçem saet 19.00 li Enqere Dîkmen
2’ê Tîrmehê Pênçşem li ber Otela Madimak û saet 17.00’an li qewşaxa Koleja Enqereyê
5’ê Tîrmehê serdana Goristana Karşiyaka