Berkîn Elvan li ser gora xwe hat bibîranîn

Berkîn Elvan ê ji aliyê polîsan ve hatibû qetilkirin, di 9’emîn salvegera xwe de li ser gora xwe ya li Ferîkoyê hate bibîranîn.

Berkîn Elvan ê 14 salî ku di dema Berxwedana Geziyê de ji bo kirîna nan ji mala xwe ya li Semta Okmeydani derket û ji ber bombeya gazê ya polîsan bi giranî birîndar bû û piştî 269’an li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da, di 9’emîn salvegera xwe de li ser gora xwe ya li Ferîkoyê hate bibîranîn. Parlementerên HDP’ê Mûsa Pîroglu, Oya Ersoy, Seroka CHP'ê ya Stenbolê Canan Kaftancioglû û nûnerên gelek partiyên siyasî û rêxistinên demokratîk beşdarî bîranînê bûn.

Di bîranînê de gelek caran dirûşmeya “Berkîn Elvan nemir e” hat berzkirin. Dayik Gulsum Elvan a beşdarî bîranînê bû, gora kurê xwe hembêz kir û wiha got, “Ez ê bibim qurbana birînên te Berkînê min, biçûkê min.”

Di bîranînê de ji bo Berkîn Elvan û Şehîdên Geziyê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê Dayik Gulsum Elvan axivî û bi bîr xist ku kurê wê 9 sal berê hatiye qetilkirin û wiha got: “Eger îro sax ba wê 24 salî bibûya, lê ew her him di 14 saliya xwe de ma. Ez bi salan têkoşiyam ku tu zarok neyên kuştin, lê niha her ku diçe mirina zarokan zêdetir dibe. Me edalet xwest, lê mixabin me bi dest nexist. Em pir bi hêrs in, ji ku erdheha dawî jî me êşand. Zarokên nehatine dinê di bin kavilan de jiyana xwe ji dest dan. Em tenê edaletê dixwazin, bila dayikên din jî negirîn.”

Dayik Gulsum Elvan, Parêzer Can Atalay û girtiyên Geziyê ku ji ber bi awayekî bêhiqûqî hatin girtin beşdarî bîranînê nebûn bi bîr anî û got: “Hêvîdarim di demeke kurt de em ê wan rizgar bikin.”

KUJERÊ ZAROKÊ ME LI DERVE YE, LÊ EM TÊN DARIZANDIN

Bav Samî Elvan jî wiha got: “Bi ser qetilkirina Berkîn re 9 sal derbas bû, lê edalet nehat bi cih anîn. Kujerê kurê min li derve ye, dibe ku niha jî qetliamên xwe didomîne. Lê ya ku tên darizandin ez û hevjîna xwe ne. Ez ji vê derê bang li Wezîrê Edaletê dikim ku dibêje daraza li Tirkiyeyê serbixwe ye; gelo daraz bi rastî jî serbixwe ye? Em dixwazin di welatê me de hiqûq, edalet û aştî hebe.”

Piştî axaftinan peyama parezerê malbata Elvan, Can Atalay hate xwendin û bîranîn bi dirûşmeyan bi dawî bû.