Beriya 1'ê Gulanê li Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin
Li Stenbolê, polîsan avêtin ser malên endamên ESP û SGDF û 7 kes binçav kirin.
Li Stenbolê, polîsan avêtin ser malên endamên ESP û SGDF û 7 kes binçav kirin.
Li taxên Beştelsîz, Esenler, Kazim Karabekîr ên Zeytînbûrnû, taxa Gulsûyû ya Maltepe, navçeyên Sûltanbeylî, Kartal, Sûltangazî û taxa Gazî polîsan avêtin ser gelek malan.
Di serdegirtinê de nûçegihana dilxwaz a Ajansa Nûçeyan Etkîn (ETHA) Meşale Tolû Kartal, endamê Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Sînan Aktaş, endamên Partiya Sosyalîst a Bindest (ESP) Osman Tûnç, Serkan Zorlû, Mûstafa Tezel, Denîz Havûç û Ûlaş Omer Sezgîn hatin binçavkirin.
Li malên endama SGDF Sila Kaymak û endamê ESP'ê Dogûkan Gursoy, bi hinceta biryara lêgerîna li wan heye, lêgerîn hate kirin.
Polîsan di çarçoveya lêpirsînek li Stenbolê, avêtin ser mala şahidê Pirsûsê Bînalî Alankûş a li Antalyayê. Polîs piştî lêgerînê ji mala Alankûş derket.