Bêrîtan li Îzmîrê hat bibîranîn

Gerîlaya PKK’ê Bêrîtan (Gulnaz Karataş) di salvegera 31’emîn a şehadeta xwe de li Îzmîrê hat bibîranîn.

Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Yên Xizmên Xwe Wenda Kirine ya Anatoliyayê (ANYAKAY-DER) û Tevgera Jinên Azad (TJA) û Komelaya Alîkariya Bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Egeyê (EGE-TÛHAYDER), bi boneya salvegera 31’emîn a şehadeta Berîtan (Gulnaz Karataş) çûn serdana malbatê. 

Bêrîtan 25’ê Cotmeha sala 1992’yan xwe neda destên pêşmergeyên PDK û YNK’ê ku hevkarî bi dewleta Tirk re kir û bû şehîd.

Hevseroka ANYAKAY-DER’ê Rahîme Tûran ku gava serdanê axivî, diyar kir ku ew Bêrîtan bi rêzdarî bi bîr tînin û got ku Bêrîtan nîşaneya berxwedana jinên Kurd e. 

Dêya Bêrîtanê Yemoş Karataş jî anî ziman ku wê ne dengê qîza xwe bihîstiye ne jî cenazeyê wê dîtiye.