Berdevka HDP’ê Gunay: Ji bo çareseriyan em amade ne

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay li Navenda Giştî ya partiyê li ser mijarên di rojevê de civîna çapemeniyê li dar xist û diyar kir ew ji bo çareserkirina pirsgirêkan amade ne.

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay li Navenda Giştî ya partiyê li ser mijarên di rojevê de civîna çapemeniyê li dar xist. Gunay bi bîr xist ku salvegera 4’emîn a Serokkomarê Iraqê yê berê Celal Talabanî ye û wiha got: “ 4 sal berê Mam Celal ku yek ji rêberên giring ê civaka Kurd e, jiyana xwe ji dest da. Di vê pêvajoya hesas û jiyanî de nebûna birêz Talabanî ji bo hemû Kurdan windahiyeke mezin e. Em mîrateya têkoşîna azadî û wekheviyê ya ku wî ji me re hiştiye û hewldanên wî yen yekîtiya neteweyî ji bîr nakin. Talabanî di tevahiya jiyana xwe de maf û azadiya gelê Kurd parast û baweriya xwe bi wekheviya gelan anî. Mam Celal siyaset bi rûmet, bi hostatiyeke mezin meşand. Heke Talabani îro bijiya, dê li dijî alozî û nakokiyên niha li Şengal, Rojava û Başûr bûya. Bi vê minasebetê, em careke din Mam Celalê hêja bi minetdarî bi bîr tînin û soz didin ku em ê mîrateya wî ji me re hiştiye ji bo pêşerojê hilgirin û bi pêş ve bibin.”

KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ YA LI SER OCALAN

Gunay bibîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 9'ê Cotmeha 1998'an de di encama komploya navneteweyî de ji Sûriyeyê hatiye derxistin û got: "Meha cotmehê ji bo hemû gelên herêmê destpêka serdemeke dîrokî ya gelekî girîng û krîtîk e, bi taybetî ji bo gelê Kurd. Derxistina birêz Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê di 9’ê Cotmeha 1998an de bi planek navneteweyî bû destpêka dîrokê ku tê de lîstikên kûr hatin lîstin ku tê de ne tenê ji bo Kurdan ji bo tevahiya civaka Rojhilata Navîn êş û wendahiyên mezin qewimîn. Hevkarên navxweyî yên vê planê, Tirkiye kişandin nava şer. Tirkiye dijminatiya li hember Kurdan kir bingeha siyaseta xwe ya derve û hundir. Di encama vê yekê de rewşa Tirkiye ya îro li ber çavan e û diyar e. Tevî ku 23 sal derbas bûne jî, nakokî û nakokiya di navbera hêzên ku çareseriyê dixwazin û hêzên ku mirin û kaosê li  ser gelan ferz dikin, dewam dike.” 
 
Gunay bal kişand ser nîqaşên li ser pirsgirêka Kurd û wiha got: “Îro jî pirsgirêka Kurd sedema bingehîn a şer û nakokiyên pirsê ye. Em bi şer û nakokiyên di navbera kesên ku çareseriya pirsgirêka Kurd dixwazin û yên ku xitimandinê dixwazin, yên ku ji bo aştiyê şer dikin û yên ku planên şer û kaosê de ferz dikin de rûbirû mane. Di vê meseleya ku erdnîgariya me eleqedar dike de alî û cihê me diyar e. Em alîgirê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û hemû pirsgirêkên civakî ne. Ev pirsgirêk dikarin bi bi muzakere û diyalogê werin çareserkirin. Tevî berdelên giran jî em ji bo vê têkoşîneke mezin dimeşînin. Em ji çareseriyê re amade ne.” 
 
Gunay anî ziman ku ne hedê şirîkê biçûk û tu kesê din e ku partiya wan HDP’ê bikin hedef û mijarên nîqaşên xwe. Gunay da zanîn ku yên ku partiya wan hedef didin nîşandan li aliyê din jî welat anîne asta talanê û firotinê. Gunay diyar kir ku îqtidar bixwaze jî û nexwaze jî wê ev pirsgirêk were çareserkirin. Gunay got “Çimkî em bi îradeya milyonan kesan bi bawer in û ev bi milyonan kes çareseriya demokratîk dixwazin. Gunay da zanîn ku îqtidar 20 sal in li ser kar e lê tu berpirsiyartiyek negirtiye ser xwe û ji çareseriyê direve. 
  
KRÎZA ABORÎ

Gunay bal kişand ser xizanî, bêkarî û krîza aborî û destnîşan kir ku di berîka xelkê de pere nîne ku biçin market û bazarê ku ji bo mitbexa xwe tiştan bikirin. Gunay anî ziman ku ew ê xelkên xwe mecbûrî vê bêwîjdaniyê nekin. Gunay bi bîr xist ku yek ji bajarên herî ku feqîrî lê zêde ye Agirî ye û wê sibê komîsyona wan  li Agiriyê bernameya aboriyê ya derbarê budçeyê de eşkere bike.

DI HILBIJARTINAN DE ŞENGAL XWEDÎ GIRÎNGIYEKE MEZIN E

Gunay bal kişand ser geşedanên li Şengalê û wiha got: “10’ê Cotmehê yanê sê rojên din li Iraqê hilbijartin dê pêk bê. Di vê hilbijartinê de Şengal xwedî giringiyeke mezin e. Hêzên Başûrê Kurdistanê vê hilbijartinê ji xwe re dikin hincet û hemû hêzên xwe yên leşkerî dişînin Şengalê. Armanca wan tenê xebatên hilbijartinê be nexwe ji bo çi bi hêzên leşkerî diçin? Hilbijartinê ji xwe re dikin hincet û dixwazin li wir baregehên leşkerî ava bikin.Gelê Şengalê vê niyeta wan baş dibîne, loma bi yekdengî li hemberî vê yekê derketin qadan. Divê hemû hêzên navneteweyî li dijî vê xetereyê bêdeng nemînin û bi berpirsyarî tevbigerin. Xweserî mafê Êzidiyan e û divê hemû hêzên din destê xwe ji Şengalê bikişînin. Divê hêzên Başûrê Kurdistanê û Iraqê rêzê li îradeya gelê Şengalê bigirin. Divê Hikumeta Iraqê piştgiriya xweseriya Şengalê bike. Divê hemû erkên Iraqê û Başûrê Kurdistanê îradeya gelê Şengalê nas bikin. Ji ber ku Şengal warê Şengaliyan e û mafê tu kesî tune ye ku herin wir bi cih bibin.”