Berdana girtiyê 30 sal bi hincetên keyfî û bêhiqûqî hate astengkirin

Berdana Sînan Sutpak ê 30 sal û 6 meh in girtiye ji ber "nebû îtîrafkar" cara sêyemîn hat astengkirin.

Sînan Sutpak di 3’yê Gulana sala 1993’yan de li Curnê Reş ê Rihayê hate girtin û cezayê muebbetê lê hate birîn. Li gel ku cezayê Sutpak xelas bûye jî nayê berdan. Di pêvajoya girtinê de Sutpak li girtîgehên Riha, Semsûr, Bûrsa, Mereş û herî dawî jî li Girtîgeha Yozgatê hate sewqkirin. Sutpak, di 3’yê Gulanê de înfaza xwe temam kiribû û diviya bihata berdan. Lê belê Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê bi hinceta “halnebaşiyê” cezayê wî 3 mehan asteng kir. Lijneyê îcar jî di meha Tebaxê de bi heman hincetê cezayê Sutpak ji bo 3 mehan asteng kir. Li bendê bû ku Sutpak îro bihata tehliyekirin. Lê belê hat zanîn ku bi heman îdiayê careke din berdana Sutpak hatiya astengkirin.

Ji bo astenkirina berdanê ev hincet hatiye nîşandan: “Heke ji girtîgehê derkeve enerjiya wî ya jiyanê kêm e, piştî ketî girtîgehê têkiliya xwe ya bi rêxistinê re qut nekiriye, nebû îtîrafkar, dev ji fikrên xwe yên radîkal bernedaye, bi awayekî vekirî ji rêxistinê re nabêje ‘rêxistina terorê’, ti îfadeyên wî yên poşmantiyê nîn in, meyla wî li ser kirina sûc heye...”