Ji navçeya Geverê ya Colemêrgê ber bi herêma Oremarê ve sewqiyata leşker hate kirin.
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê ji 21'emîn Fermdadariya Tugaya Sînor a Geverê bi 25 wesayîtên leşkerî gelek muhîmat û leşker ber bi herêma Oremarê ve hatin sewqkirin. Di dema sewqiyatê de helîkopteran tedbîr girtin û gelek wesayîtên JAMMER jî cih girtin.