Ber bi Cinêvê ve..
"Ber bi dawiya vê 'Cenga Mezin' a Reqayê re ev hevseng dibe ku bi rengekî hê radîkaltir biguherin."
"Ber bi dawiya vê 'Cenga Mezin' a Reqayê re ev hevseng dibe ku bi rengekî hê radîkaltir biguherin."
Tê payin ku 4-5’ê Tîrmehê civîna Astana û 10’ê Temûzê jî civîna Cinêvê ya bi rojeva Sûriyê pêk were. Di vê navberê de QSD’ê jî Reqa daye ber xwe û bi bayê bezê Reqayê ji çeteyên DAIŞ’ê paqij dike.
Heke mirov di ser ‘Cenga Mezin’ re ku bi hevkariya DYA-QSD’ê li Reqayê dest pê kiriye li geşedanên ‘derasayî’ yên van demên dawî binere ev derdikevin pêş: 1-Balafireke rejîma Esad ku bi ser QSD’ê ve çûyî ji hêla DYA’yê ve hate şikandin. 2- Îranê bi ser hedefên DAIŞ’ê yên Sûriyê de moşek avêtin û gotin ji bilî hedefên DAIŞ’ê her wiha ev ‘peyamek ji bo dijminan e’. 3- Rûsyayê ji Behra Spî moşek li dijî hedefên DAIŞ’ê yên li Sûriyê bi kar anîn. 4- Tirkiye çekên giran li nêzî Efrînê bi cih dike. 5- Serokkomarê Fransayê ji 8 rojnamayên Ewropî re axivî û got, ‘’her çendî Esad dijminê gel jî be ti alternatîfa Esad tine’’.
Ango ji van geşedanên piştî destpêkirina ‘Cenga Mezin’ a li Reqayê mirov dikare bibêje êdî li Sûriyê û Rojhilata Navîn rengê şer, têkiliyên aliyên şer û hedefa şer diguhere.
Rengê şer diguhere; ji ber ku DAIŞ êdî ji qerem dikeve û nema dikare li ser Sûriyê, Iraqê bibe xwedî hêzeke diyarker, guherînê. Ango hedefa şer êdî ji DAIŞ’ê diçe ser devereke dî. Li Sûriyê beriya ku DAIŞ bibe hedefa hêzên DYA’yê û hevalbendên wê rejîma Esad di hedefê de bû. Lê piştî ku DAIŞ derkete meydanê di şerê Sûriyê de ‘kevane’yek ji bo Esad hate vekirin û ji bo demekê rejîma Esad ji ‘hedef’ê derket. Lê di rewşa nû de ku DAIŞ qels dibe û hêdî hêdî ber bi tinebûnê ve diçe dibe ku dîsa rejîma Esad bibe hedefa DYA’yê û hevalbendên wê. Piştî ku ji bûyera ‘kîmyasalê’ rejîma Esad berpirs hatibû dîtin DYA’ê li rejîma Esad xistibû û herî dawî jî piştî ku balafirên şer ên rejîma Esad bi ser QSD’ê ve çûbû DYA’yê li rejîmê xistibû. Her wiha çend carên dî jî di vê navberê de DYA’yê li hêzên rejîmê û komên hevkarê wê xistibû. Ji bo vê jî bi destpêkirina ‘Cenga Mezin’ a Reqayê re û bi vê ve girêdayî ber bi Cinêvê ve pirsa ku xwe dide der ev e:
Dibe ku di dema pêş ya nêzîk de dîsa rejîma Esad ji DYA’yê û hevkarê wê re bibe hedef? Heke rejîma Esad bibe hedef ev ê li herêmê guherînên çawa bi xwe re bîne? Têkilî çawa dikarin biguherin?
Kitekiteke dî jî bi Reqayê re têkildar heye; ew jî ev e ku piştî ku DYA’yê biryar da ku çekan bide YPG/QSD’ê û bi hev re li Reqayê ‘Cenga Mezin’ bidin destpêkirin, Rûsyayê çend caran propagandayeke reşkirinê da pêş û digot, ‘’Li Reqayê korîdorek ji DAIŞ’ê re tê vekirin.’’ Ango Rûsya çend caran bi duberekirina vê reşkirinê nerazîbûna xwe ya ji vê geşedana nû nîşan da û her wiha çend caran got, ‘dibe ku Tirkiye êrîşê bi ser Rojava de bîne’ û bi vî rengî jî xwest ku bi Tirkiyê Kurdan çavtirsandî bike, gefa li Kurdan bixwe. Armanca Rûsyayê jî ji vê ew e ku Kurd jê dûr nekevin û her nêzî wê bin naxwe ew ê rê ji Tirkiyê re veke ku Rojava dagir bike.
Di nav van nîşaneyan de dema ku mirov bixwaze li rewşa nû binere diyar dibe ku têkiliyên li herêmê diguherin. Rûsya-Îran-Sûriye-Iraq bêhtir nêzî hev dibin û Tirkiye û PDK jî hêdî hêdî bi ser vê blokê de dişemitin.Wiha xuya dike ku di civîna Astanayê de ji bo vê rewşa nû ya bi ‘Cenga Mezin’ re dest pê kirî dibe ku biryara stratejiyeke hevpar di navbera Rûsya-Sûriye-Îran-Tirkiyê de derbikeve.
Di Cinêvê de jî ti hêvî tine ye ku li ser Sûriyê bernameyeke çareseriyê derkeve û di vê Cinêvê de hêzên ku xwedî berjewendiyên dijber in dibe ku xwe ji hev bêminet jî bikin û di dema pêş de vê bêminetiya xwe li qadê şer nîşan jî bidin.
Heke di rojên pêş de bi qelsbûna DAIŞ’ê re rejîma Esad dîsa kete hedefa DYA’yê û hevkarên wê -ku jixwe şerê navxweyî yê Sûriyê bi raperîna gel a dijî rejîma Esad dest pê kiribû- dibe ku êdî li Sûriyê dewletên ku hesabên wan li ser Sûriyê û Rojhilata Navîn hene li şûna maşikên xwe rêxistinên terorîst ew bi xwe werin qada şer û li qada Sûriyê ‘hinera xwe şanî hev bikin’’.
Ango destpêka ‘Cenga Mezin’ çawa ku li Sûriyê hevsengên nû bi xwe re anîbin, ber bi dawiya vê ‘Cenga Mezin’ a Reqayê re ev hevseng dibe ku bi rengekî hê radîkaltir biguherin.
Xuyaye ku pêlên ‘Cenga Mezin’ demeke dirêj li Sûriyê û Rojhilata Navîn wê bandora xwe nîşan bide.
Her wiha diyar e ya ku wê atmosfera civîna Cinêvê diyar bike jî wê pêla ‘Cenga Mezin’ be!