Bêdengiya medya Swêdê ya li pêşberî rewşa Kurdistanê hat protestokirin
Medya Swêdê ku li pêşberî bomberdûman û êrîşên AKP û dewleta Tirk li Bakur û Başûrê Kurdistanê dike bêdeng e, duh li sê bajaran bi xwepêşandanan hat şermezarkirin.

Kurdistaniyên li bajarên Stockholm, Orebro û Gavle dijîn, bi armanca şermezarkirina medya Swêdê ya ku "qedexeyên derketina derve" yên li Bakurê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve tên îlankirin û bomberdûmanên li Kurdistanê naxe rojeva xwe, li ber avahiyên Televızyona Dewletê ya Swêdê yên li Stockholm û Orebro û li ber avahiya Radyoya Swêdê ya li bajarê Gavle, xwepêşandan lidar xistin.
Di çalakiyan de pankartên bi nivîsa "Em hemû PKK'yî ne", "Ji ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu", "Terorîzma Erdogan bisekinînin", alên PKK, KCK, PYD, PJAK û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin. Di axaftinên li çalakiyan de helwesta medya Swêdê ya ku komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike naxe rojeva xwe, hat teşhîrkirin.
Di çalakiya li ber avahiya navendî ya Televîzyona Dewletê ya li Stockholmê de Kurdistaniyan, li ser bûyer û qewimînên li Kurdistan û Tirkiyeyê dosyayek pêşkêşî rayedaran kirin û dawî li çalakiya xwe anîn.
Kurdistaniyan li bajarê Gavle jî bi rayedarên Radyoya Dewletê û li bajarê Orebro bi rayedarên Televîzyona Dewletê ya Swêdê re hevdîtin kirin û dosyayek li ser mijarê pêşkêş kirin.
Rayedarên Televîzyona Delwetê yên li Orebro soz dan ku ew ê hevpeyvînek li ser rewşa li Kurdistanê biweşîne.