Bêdeng nemîne, nebe hevkarê sûc

Li Stenbol, Enqere û Îzmîrê di çalakiyan de hate diyarkirin ku rewşa girtiyên nexweş gelekî giran e.

ÎZMÎR

Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê, daxwaz kir ku girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ku gelek nexweşiyên wî hene û rewşa wî giran e, demildest bê berdan.

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, bi armanca ku balê bikişîne ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan, li pêş Sumerbanka Berê ya navçeya Konakê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankartên "Bêdeng nemîne, nebe hevkarê sûc. Dimirin" û "Girtiyên nexweş ên giran dimirin. Bêdeng nemîne" hatin vekirin.

Endamê Lijneya Rêveberiya Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê Ahmet Çîçek, daxuyaniya ku hatibû amadekirin xwend û bi bîr xist ku Ozkan di sala 1996'an de li ser daxuyaniyên 2 îtîrafkaran hatiye girtin û wiha got: "Herî dawî di 16'ê îlonê de bi SEGBÎS'ê tevlî danişîneke xwe ya ku li 7'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Edenê hatibû dîtin bûbû û ji ber ku nebihîstibû û pirsgirêkên têgihiştinê jiyabû parastina xwe nekiribû. Rexmî ku temenê wî mezin û rewşa wî giran e jî nehatibû berdan. 25 sal in girtî ye nexweşiyên wî yên mîna dil, tansiyona bilind, guatra bijehr û helandina hestî, gurçik û qirikê hene. Bîra wî jî têk çûye. Nikare bi tena serê xwe pêwistiyên xwe bi cih bîne. Heta niha 5 caran qrîza dil derbas kiriye û 4 caran anjiyo bûye. Em weke parastvanên mafên mirovan bang li rayedaran dikin û dibêjin ku tiştek bê serê Ozkan berpirsyarê vê hûn in û bila demildest Ozkan bê berdan."

STENBOL

Di heftiya 497’emîn a “Rûniştina F” de, hat xwestin Abdulhalîm Kirtay ê ji malbata xwe re gotibû “Dibe ku hûn agahiya mirina min bibihîsin” serbest were berdan.

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê, ji bo ku balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş çalakiya hefteya 497’emîn a “Rûniştina F” lidar xist. Çalakiya vê heftê, li avahiya komeleyê pêk hat. Di çalakiya vê heftê de, rewşa girtiyê nexweşê 73 salî Abdulhalîm ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Şakranê dimîne hat nirxandin. Kirtay berî demekê di hevdîtina telefonê ya bi malbata xwe re kir de, gotibû “Dibe ku hûn agahiya mirina min bibihîsin.” 

Endama Komîsyonê Hatîce Onaran, diyar kir ku Kirtay 29 sal in girtiye û xwest tavilê serbest were berdan.

ENQERE

Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, diyar kir ku girtiyê nexweş Ramazan Dûrmaz heftê 3 rojan dikeve diyalîz û ji bo ku neqla wî ya gurçikan bê kirin bang kir ku înfaza wî bê taloqkirin.

 Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di hefteya 369'emîn de çalakiya xwe ya ku pê balê dikişîne ser rewşa girtiyên nexweş li Şaxa Komleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê bi civîneke çapameniyê li dar xist. Endama Lîjneya Birêveberina Navendî ya ÎHD'ê Nûray Çevîrmen, di civînê de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Ramazan Dûrmaz ku li Girtîgeha Hejmar 2 a Tîpa F a Tekîrdagê girtî ye û heftê 3 rojan dikeve diyalîzê. Çevîrmen, destnîşan kir ku Dûrmaz nikare bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne û wiha got: "Ji ber ku heftê 3 roja dikeve diyalîzê divê demildest înfaza wî bê taloqkirin, li nexweşxaneyek nêzî malbata xwe gurçikên wî bên neqlkirin û li derve bi awayekî tendurist bê tedawîkirin."

Di berdewamê de Çevîrmen, da zanîn ku Dûrmaz di sala 2009'an de di bûyereke li navçeya Pirsûsê ya Rihayê fîşekeke gazê li serê wî ketiye û ji ber vê kiloxê wî hatiye vekirin û di sala 2010'an de dema ku weke xwendekar li Zanîngeha Dîcleyê hatiye tedawîkirin hatiye destgîrkirin û girtin û 17 sal cezayê girtîgehê hatiye birîn. Çevîrmen, bal kişand ser rewşa Dûrmaz a niha û ev tişt got: "Piştî ku ketiye girtîgehê ji ber şert û mercan her du gurçikên wî têk çûne û heftê 3 caran dikeve diyalîzê. Divê gurçikên wî bên neqlkirin. Gurçikên dayika wî jê re dibin. Malbat di salên 2017 û 2018'an de daxwaz kiriye ku Dûrmaz sewqî Êlihê bê kirin lê Wezareta Edaletê ev daxwaz red kiriye."

 Di dawiya axaftina xwe de Çevîrmen, bang kir ku ji bo tedawiyê înfaza Dûrmaz bê taloqkirin û tedawiya wî li der ve nêzî malbatê wî bê kirin.