Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya BDP'ê têkildarî girtiyê bi navê Hayrettîn Toktaş yê li Girtîgeha Tîpa M ya Êlihê jiyana xwe ji dest da peyam sersaxiyê weşand. Di peyamê de hate diyarkirin ku girtegeh ji bo girtiyên nexweş veguheriya darbestan.
Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya BDP'ê têkildarî girtiyê bi navê Hayrettîn Toktaş yê li Girtîgeha Tîpa M ya Êlihê jiyana xwe ji dest da daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de ji malbata Toktaş sersaxî hate xwestin û hate bilêvkirin ku ji bo girtiyên nexweş girtîgeh veguherîne darbestan. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li Tirkiyeyê girtin êdî gihiştine asteyek keyfî û wiha hate gotin:
"Di serî de li hemberî partiya me, endamên me û kesên dengê xwe didin me operasyonên siyasî û leşkerî bê navbera berdewam dikin. Di operasyonan de kesên pîr, nexweş, jin û zarok jî di nav de hatin girtin. Girtîgeh ji bo hemû kesan veguheriyê îşknece û darbestan. Dadê rêgezên hiqûqa nivîsî jî ji yekîneyên ewlehiyê re hişt û bi vê yekê ev dibe sedema binpêkirina mafên mirovan û jiyana gelek kesan."