BDP: Em ê li hemberî AKP’ê têbikoşin

BDP: Em ê li hemberî AKP’ê têbikoşin

BDP'ê encamnameya civîna Lijneya Rêveberiya Navendî (LRN) ya BDP'ê aşkere kir. Di encamnameyê de hat destnîşankirin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, operasyonên "Qirkirina siyasî" û geşedanên li Rojhilata Navîn diqewimin nayên qebûlkirin.

BDP'ê encamnameya civîna Lijneya Rêveberiya Giştî ya BDP'ê bi daxuyaniyekê aşkere kir. BDP'ê, di encamnameyê de hat destnîşankirin ku di 19'ê gulanê de civîna hevserokên bajaran, di 20'ê gulanê de civîna Meclisa Partiyê û di 21'ê gulanê de jî civîna LRN'ê bi rojeva plan û rêxistinê hatiye li darxistin û wiha hate gotin:

"Di civîne de geşedanên li Sûriyeyê jî di nav de, bûyerên ku li Rojhilata Navîn, buyerên ku bandorê li herêma dikin û polîtîkaya AKP'ê ya înkar û îmhayê ya li ser gelê kurd ku bi awayekî faşîzan berdewam dike hatin nîqaşkirin. AKP bi polîtîkayên xwe yên neo-Osmanî dixwaze hemû gelên Rujhilata Navîn di binê şemaya tirkitiyê de berhev bike. Vê nêzîkatiyê û vê xwestekên xwe di polîtîkaya xwe de wekî 'yek ziman, yek netew û yek ol' xwe dide der."

Di encamnameyê de hat destnîşankirin ku AKP dixwaze di herêmê de bibe hêzek, lê li derve û hindur tu tiştî bi dest naxe û wiha hate gotin: "AKP xwestekên gel bi zanebûn naxwîne. Du sal û nîvan muzakereyên li Îmraliyê û Osloyê berdewam kirin. Lê AKP her dem li pey rizandina gelê kurd bû. Ev gava bi dest nexist, vê carê jî dest bi polîtîkayên şer kirin."

Biryarên civînê wiha ne:

*Partiya me biryara ku berê ji bo komîsyonên taxan girtibû dê berfireh bike û dê tu gund û tax nemîne ku em biçinê.

*Di 26-27'ê gulanê de 2'emîn Konferansa Jinan ya Rêveberiya Herêmê û Ekolojiyê, di 1-2-3'yê hezîranê de, Konferansa Rêveberiyên Herêmê û Ekolujiyê bê li darixistin.

*Hemû rêxistinên meyên bajaran dê şahiyên 'Hefteya Windayan' (17-31 gulanê) de li darbixin. Dê piştgiriyeke xurt bide çalakiyên Dayîkên Şemiyê. Di vê çarçoveyê de dê di çalakiya di 27'ê gulanê de li ber Girtîgeha Yenîpazara Aydinê ku bê li darixistin û dê bangî Mehmet Agir bikin û bêjin 'Winda li kune' Wekîla Koma Partiya me Pervîn Buldan jî tevlê bibe.

*Rêxistinên meyên bajaran, dê di 15-16'ê hezîranê û di 5'ê hezîranê de di çarçoveya Roja Hawîrdorê ya Cîhanê de, dê hin şahî bên li darxistin û piştgiriyê bidin şahiyên di vê çarçovayê de ji hêla rêxistinan ve tê li darxistin.

*Partiya me ji nûnerên DYA'yê ê Washîngtonê re Sînan Onal tayînkiriye. Cemal Coşkun, Abît Îke û Mehmet Alî Aydinê ku berê hatibû tayînkirin jî, ji bo velyetên nû wekî nûnerên Hewlêrê hatine tayînkirin.

*Partiya me ji bo Akademiyên Siyasî hê behtir bi hêz bike, dê xebaten xwe bide destpêkirin.

*Dê partiya me hemû rêveberên navçe û bajaran yên ku di 14'ê nîsana 2009'an de heta niha hatine girtin yek bi yek malbatên wan ziyaret bike.

*Dê partiya me li hemberi hin şahiyên ku hatine li darxistin û li dijî van şahiyan êrişên polîsan, îdarî û edlî sersêdana sûc bike.

*Dê partiya me xebatên HDK'ê yên ku her roja ku derbas dibe berfireh dibe de cihê xwe bigire û bi hemû hêza xwe beşdarî xebata bike.

*Komîsyona xwe rêxistinê dê planên çalakiyan ên pêşerojê, di civîna LRN'ê ya din de ji raya giştî re par veke.