BDP'ê li Bidlîsê dest bi starta hilbijartinê kir

BDP'ê li Bidlîsê dest bi starta hilbijartinê kir

Rêkxistina BDP’a  bajarê Bidlîsê dest bi starta hilbijartinên herêmî kir. Serokê BDP’a bajarê Bidlîsê Mehmet Can Demir diyar kir ku, li bajar,navçe û hemu beldeyên Bidlîsê ew di serkeftinê de bi îdia ne.

Rêveberiya BDP ya bajarê Bidlîsê bi civînekê dest bi starta hilbijartinên herêmî kir. Civîn li bînahiya BDP ya bajêr, bi bejdariya serokê BDP’a bajêr Mehmet Can Demir, şaredarê Norşenê Mehmet Emin Ozkan, serokê şaredariya Purxus Abdulkerim Erol, şaredarê Xeset Şahîn Înan û gelek rêvebirên BDP û HDP’a bajêr tevlî civînê bûn.

Beşek ya civînê ji çapemenî re vekirî hate kirin, di wê beşêde serokê BDP’a bajêr Mehmet Can Demir wiha got : “tevgera azadiya Kurdistanê ji sala 1999’an ve wê yekê diyar kiriye ku piştî hemû hilbijartinan bajarê Bidlîsê kariye bi ser bikeve û xwe wekî bajarekî Kurdistanê nîşan bide. Herwiha Demir li ser hilbijartinên di Adara 2014’an de ku wê were li darxistin, Bidlîs wê dîsan xwe bêxe dilê hemû Kurdistanê, wê bikare di hemû navçe û beldeyên herêma Bidlîsê de li gorî ku gelê Bidlîsê dixwaze wê bi serbikeve.”

Her wiha Can Demir di derbarê hilbijartinên Adara 2014’an de wiha got: “ wekî li hemû navçe û beldeyan emê navçeya xwe ya Mutkî ji destê partiyên sistemê derxin û teslîmî gelê xwe bikin.”

Piştî axaftinên Can Demir civîn ji çapemeniyêre girtî berdewam kir.