BDP: Divê operasyonên li dijî berxwedana Gezî rawestin
BDP: Divê operasyonên li dijî berxwedana Gezî rawestin
BDP: Divê operasyonên li dijî berxwedana Gezî rawestin
Navenda Giştî ya BDP’ê der barê operasyonên li hemberî berxwedanên Parqa Gezî daxuyaniyek da û bang kir ku ev operasyon bi dawî bin.
BDP’ê daxuyaniyek nivîskî da û der barê operasyonên li hemberî berxwedana Parqa Gezî de daxuyaniyek da û bang kir ku operasyon bi dawî bin.
Di berdewamiya daxuyaniyê hate diyar kirin ku helwesta dij demokratîk ya hikûmeta AKP’ê a li dijî muxalefeta bi rêxistinkirî bê navber didome û wiha got: “Herî dawî îro li bajarên cuda yên Tirkiyeyê li hemberî Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û Sendîkaya Kedkarê Cemawerî (KESK) operasyon pêk hatiye.
Sûcê endamên KESK û ESP’ê jî eve ku di qada muxalefeta demokratîk de cih girtine.
Di dawiya daxuyaniyê hat gotin ku divê demildets kesên hatin binçavkirin serbest bên bredan û got ew vê helwesta dij demokratîk ya li dijî muxalefeta bi rêxistinkirî red dikin.