BDP bi Wezîrê Dadê Ergîn re hevdîtin pêk tîne

BDP bi Wezîrê Dadê Ergîn re hevdîtin pêk tîne

Şandeya BDP'ê ya ji wekîl û parêzeran pêk tê dê sibê bi Wezîrê Dadê yê Tirk Sadullah Ergîn re têkildarî tecrîda 10 meh in li ser Rêberê Gelê Kues Abdullah Ocalan berdewam dike li Meclîsê hevdîtinê pêk bînin.

Şandeya BDP'ê ya ji wekîl û parêzeran pêk tê sibê dê bi Wezîrê Dadê Sadullah Ergîn re têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin li Meclîs hevdînê pêk bînin. Hevdîtin li ser daxwaz BDP’ê pêk tê û rojeva hevdîtinê tecrîda 10 mehin li Îmraliyê berdewam dikin heye. Heyeta BDP'ê dê ji Wezîrê Dadê Ergîn bixwazin ku di demeke kin de heyetek biçe Îmraliyê hevdîtinê pêk bîne. Ligel vê yekê heyeta BDP'ê dixwaze heyetek tabîban jî biçe Îmraliyê û lêkolînê bike. Ji bo vê yekê dê daxwaza destûrê ji Wezareta Dadê bikin.

Di şandeya BDP'ê ya dê bi Wezareta Dadê re hevdîtinê bike parlementerên BDP'ê Pervîn Buldan, Nursel Aydogan, Îdrîs Baluken û Serokê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem Prz. Selçuk Kozagaçli, Serokê Giştî yê ÎHD'ê Prz. Ozturk Turkdogan, Serokê Giştî yê ÎHD'ê yê berê Prz. Husnu Ondul, Alîkarê Serokê Giştî yê MAZLUMDER'ê Prz. Selahattîn Çoban, Prz. Cabbar Leygara, Prz. Ferîdun Çelîk, Prz. Cuneyt Canîş û Prz. Mazlum Dînç cih digirin.