Bîrhat Îke ê dozdeh salî û birayê wî yê 10 salî Emrah, li malê xwe dirêj kirine û di TV'yê de li fîlmkartonan temaşe dikin. Dema mêvan derbasî hundir dibin, bi carekê radibin û weke ku sûcek kiribin, tevdigerin.
Îro rojeke dibistanê ye, lê belê malbata wan biryar daye wan neşîne dibistanê. Sonda dibistanê ya ku zarok her sibe beriya bikevin hundirê sinifên xwe mecbûr in bixwin ev hevok jî têde cih digire: "Ez tirk im..." Malbata Îke ya ku kurd in, naxwazin vê sondê bixwin. Zarokên wan jî israr dikin ku bi kurdî bên perwerdekirin, ne bi tirkî.
Bîrhat ê 12 salî dibêje: "Em zimanê dayîka xwe dixwazin. Divê dersên me bi kurdî bi zimanê dayîka me bidin me."
Birayê wî yê biçûk jî ji bo destekê bidê serê xwe di wateya erênî de dihejîne... Diya wan bi carekê kanala xêzefîlman vediguhezîne ser kurdî ku ji Ewrûpayê weşanê dike.
Dapîra zarokan, Naciye Îke, yek ji çalakvana her navdar a Geverê ye. Di 1990î de, kurê wê yê herê mezin Emrah gihîşt komeke gerîlayên PKK'ê. Piştî du salan wî jiyana xwe ji dest da. Hê jî cenazeyê wî nehatiye dîtin.
Di 2003'an de kurekî wê yê din Ali Ihsan, gihîşt rêxistinê. Alî Îhsanî jî jiyana xwe ji dest da. Niha kurekî Naciye li jiyanê ye, navê wî jî Jêhat e. Wê nehişt ku ew jî here, ji ber vê yekê Jêhat niha weke hejmargir kar dike.
Naciye wiha diaxive: "Ez pir li ber neviyên xwe dikevim. Ne tenê li ber wan, li ber her ciwanî dikevim. Em aştiyê dixwazin, lê belê dewleta tirk me înkar dike, me qebûl nake. Ev der welatê me ye. Min hertim aştî xwestiye lê belê gava ez li rewşê dinêrim- dibe ku ez şaş bim jî, êdî aşitî mumkun xuya nake. Em nema dikarin bi hev re bijîn. Em ji hev fam nakin."
Kurd ji sedî 15-20ê şêniya tevahiya Tirkiyeyê pêk tînin. Li gorî texmînan, li Rojhilata Navîn, hejmara wan di navbera 25-30 mîlyonî de ye.
Kurd gelek caran weke neteweya herî mezin a bêdewlet tên ravekirin. Welatê wan, di navbera Tirkiye, Iraq, Suriye û Îranê de hatiye parçekirin. Di 1978an de, Abdullah Ocalan Partiya Karkerên Kurdistanê- ango PKK li rojhilatê Tirkiyeyê, herêma kurd saz kir. Ji hingê ve şerê çekdarî yê PKKê li dijî dewleta tirk didome û di vî şerî de heta niha bi qasî 30-40 hezar kesî jiyana xwe ji dest daye.
PKK dibêje ku ew êdî li şûna serxwebûnê xweseriyeke demokratîk dixwaze. Lê belê daxistina vê statuya siyasî, di daxistina şîdeta şer de xwe neda xuyakirin. Di 15 mehên dawî de zêdetirî 700 kes hatin kuştin.
Polîs û dadgehên tirk gelek kes bi gumana ku destekê didin PKK'ê girtin. Ji dema ku Abdullah Ocalan di 1999an de hate girtin û heta niha, ev sal û nîvên dawî bû pêvajoya herî bi şîdet a şerê navbera aliyan.
Di merasîm û konên serxweşiyê de wêneyên lîderê xwe jî hildigirin. Xuya ye ku PKK herwiha xwe dispêre girseya li herêmê û ev jî sedemeke girîng e ku artêşa tirk wisa bi hêsanî nikare rêxistinê bi darê zorê têk bibe.
Beşdarekî merasîma cenazeyê gerîlayekî dibêje: Li vî welatî gelek kesan jiyana xwe ji dest da. Û dibe ku hê gelek kesên din jî jiyana xwe ji dest bidin. Ev yek ji zimanê ku serokwezîr bikar tîne jî xwe dide der.
Hin ji zarok û ciwanên navçeyê dixwazin nîşan bidin ku ewê jî li dijî vê dewletê têkoşîna xwe bidomînin. Ew bi awayekî rûpoşkirî kevir û molokofteylan davêjin ser hin hedefan û yek ji wan jî dibistana seretayî Gazî ye.
Ev dibistan bi tirkî ne bi kurdî perwerdeyê dide zarokan. Piştî xirûcir û hin pevçûnan zarok û ciwan agir berdidin sinifeke dibistanê. Polîsê tirk di nava wesaîtê zirxkirî de gaza çavsotîner davêjn ser ciwanên dibistan sotîner.
Bi rêya erebê, saetek wêdetirî Geverê Şemzînan e. Ev navçe dikeve ser sînorê Tirkiyeyê yê hem bi Îran hem jî Iraqê re. Şaredar Setat Tore ku ji BDPê hatiye hilbijartin
Tore endîşeyên xwe yên der barê şer de wiha tîne ziman: "Kengê serokwezîrê Tirkiyeyê Erdogan hejmara kesên di şer de mirine dide, û dibêje pirsgirêka kurd çareser bûye, ew di eslê xwe de 100 ciwanên nû dişîne cem PKKê. Dibe ku ew nizane, lê belê em li vir dibînin. Her cara ku ew dibêje pirsgirêka kurd tine, ew di heman demê de hêviyên ciwanan hildiweşîne û dibe sedem ku ciwan berê xwe bidin çiyê."
Bi hezaran çekdarên PKK'ê hene. Baregeha esasî ya tevgerê bakurê Iraq ango herêma di bin rêveberiya kurdan de ye.
Ji bakurê Iraqê, lîderê fiîlî yê rêxistinê Mûrat Karayilan, li ser pirs çekberdanê ya ekîba BBC'yê vê bersivê dide:
"Eger pirsa we tê wateya çekberdana bê şert û merc, Na, ez ne bi vê yekê re me. Divê planeke ku hemû pirsgirêkan çareser bike hebe. Divê Tirkiye weke welatekî demokratîk pirsgirêka kurd çareser bike, hingê emê jî çekên xwe deynin. Heta ku Ewrûpa û DYA kurdan li Rojhilata Navîn qebûl nekin û nenasin, û heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe, aştî, aramî û demokrasî li herêmê jî pêş nakevin."
Lê belê ev weke ku bandorê li paytexta tirk Enqereyê nake. Raya giştî bi giranî alîgir e ku li dijî serhildêrên kurd tedbîrên tund bên wergirtin. Di dawiya Îlonê de, bi hezaran kes axaftina Erdogan a di kongreya AKP'ê de bi tezahuratê dişopînin..
Erdogan dibêje: "Partiya me yekane hêze li herêmê ku dikare dawî li rêxistina terorê ya cudakar û şaxên wê bîne. Eger yek ji me bimire, wê bi hezaran şûna wî bigire."
Hukûmeta Erdogan alîkariya aborî dide herêma kurd lê nehêle kurd li wir xwe bi rê ve bibin. Hukûmeta wî bi salan li Osloyê li gel PKKê hevdîtinên ji bo aştiyê jî meşandin. Lê belê hevdîtin bi ser neketin û şîdet ji nû ve gurr bû.
Wezîrê Karê Derve yê Tirk Ahmet Davutoglu ji BBCyê re wiha diaxive: "Em bi awayekî piralî li dijî komên terorê şer dikin. Lê belê em di warê demokratîk û aboriyê de jî tedbîran werdigirin."
Tevî vê yekê ev gotinên davutoglu bala serhildêrên PKKê nakşînin û têrê nakin ku ji çiyê dakevin. Dewleta tirk dikare hê jî herêmê birêve bibe, lê belê eskerên Tirk mecbûr in li derdora navçeya Geverê di cîpên zirxkirî de bilivin. Leşker bi çek û rextan xwe girê didin, nikarin li ti derê vê yekê ji kesî veşêrin.
Wergera ji BBC: Mahzar Gunbat