Bav Kortak: Ev înfazek e

Bavê Dîlan Kortak a 19 salî ya ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin Îbrahîm Kortak got, "Ev înfazek e. Polîs li ser çawaniya mirina keça min ti agahî neda min."

Malbata Dîlan Kortak (19) a di serdegirtina malek li Sancaktepe ya Stenbolê de ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin û Parlamentera HDP'ê Huda Kaya hatin ber Saziya Tipa Edlî ya Yenîbosnayê. Bav Îbrahîm Kortak da xuyakirin, ku der barê kuştina keça wî de ti agahî jê re nehatiye dayîn û got, "Ev înfazek e. Polîs li ser çawaniya mirina keça min ti agahî neda min. Keça min a herî biçûk bû."

Cenazeyê Kortak piştî kar û barên li Saziya Tipa Edlî wê li Îzmîrê cihê malbata wê lê dimîne bê veşartin.