Başaran: Bi pereyê ku ji me distînin, bombe li me dibarînin

Tifaqa Ked û Azadiyê li Edeneyê civînek li dar xist. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Başaran bal kişand ser budçeyê ku di şer de tê xerckirin û got: “Bi pereyê ku ji me distînin, bombe li me dibarînin.”

Tifaqa Ked û Azadiyê bi dirûşmeya “Niha Dema Ked û Azadiyê ye” li Edenê civîna gel li dar xist.

Gelek nûnerên STK’ê, nûnerên partiyên yekgirtî, nûnerên pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê û gelek kes tevlî civînê bûn.

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran di civînê de axivî û bal kişand ser budçeyê ji bo şer.

Başaran got ku bi pereyê ku ji wan distînin, bombe li wan dibarînin û wiha pêde çû: “Ev desthilatdarî divê piştgiriyê bide me, tevlêkariyê li pêşeroja welêt bike, lê her roj bi budçeyê ku ji me dîstîne, şer kûr dikin. Ev hişmendiya AKP-MHP’ê ye. Tifaqa li hemberî wê çi dike? Ji pirsgirêka Kurd re çareserî nîne. Ji wekheviya jinan re çareserî heye, ji pirsgirêkên kedkaran û karkeran re çareserî heye, ji talana xwezayê re çareserî heye, nîne. Lewma Tifaqa Ked û Azadiyê, tifaqa heqîqeta bi hevrebûna Tirkiyeyê ya sedsalê ye. Tifaqa Ked û Azadiyê, tifaqa hemû kesên hatine çewisandin.

Başaran destnîşan kir ku HDP ji xwe partiya tifaqê ye û wiha pêde çû: “Em ê wekhevî û azadiyê bînin vî welatî. Em ê welateke ku jin bi rengekî wekhev û azad bijîn, tirsa destavêtinê nejîn, ava bikin. Em ê welateke ku lê zarokên 6 salî neyên tacîzkirin û tacîzkar hesabê bidin, avabikin. Em ê sîstem û aştiyeke birûmet ku Kurdan di vî welatî de jiyanek wekhev û aştiyane bijîn, ava bikin. Em ê aştiya bi rûmet û Tîfaqa Ked û Azadiyê ava bikin. Em ê qeyûman bişînin û em ê şaredariyan radestî xwediyên wan ên rast bikin. Li hember astengiyan em ê astengiyên desthilatdariyê rakin. Em ê dawî li êşên koçberan bînin û bi aştiyeke birûmet bi hev re jiyana hevpar ava bikin. Ciwan wê pêşeroja xwe di vî welatî de bibînin û wê nekevin lêgerîna revîna ji welat. Em ê vê yekê bi Tifaqa Ked û Azadiyê, tifaq û piştgiriya jinan, kedkaran û Kurdan avabikin.”